‘Tişta bi unîformayên leşkerî dihat kirin îro bi yên sivîl tên kirin’

  • 09:52 13 Tebax 2018
  • Ramyarî
AMED- Endama PM'a HDP' ê Zubeyde Zumrut  diyar kir ku zextên darbeya 12’ê îlonê û salên 90’î di roja îro de girantir tên jiyîn û got pêkanînên wê demê bi unîformayên leşkerî dihatin kirin îro bi unîformayên sivîl tên kirin.
 
 Piştî darbeya 12’ê îlona 1980’ê şûnde li hemberî hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê dema zilmê hat despêkirin û di salên 1990’î de ev polîtîka her çû girantir bû. Her çiqas desthilatdarî dest biguhere jî di polîtîkayan de tiştek neguherî. Ji salên 1980’yî heta niha polîtîkayên înkar, îmha û zextê yên li hemberî kurdan, di sala 2015’an de maseya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hat xistin û di serî de li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê êrîşên giran pêk hatin û operasyonên qirkirina siyasî hatin meşandin.
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi sedan siyasetmedarên kurd, rêveberên HDP’ê û parlamenterên HDP’ê, xebatên welatiyan hati krîmînalîzekirin û operasyon pêk hatin.  Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê  desthilatdariyê got wê OHAL bê rakirin û tevî hemû bertekên muxalefetê  bi sererastkirinên anîn meclîsê OHAL hat mayîndekirin.  Endama PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut polîtîkayên ji 12’ê îlonê destpêkiriye û heta roja me ya îro berdewam kirine nirxand.
 
‘Em pêvajoya cuda najîn’
 
Zubeyde ya ku polîtîkayên 12’ê îlon û salên 90’î jiyaye  diyar kir ku şert û mercên îro tên jiyîn ji wan deman ne cuda ne û wiha got: “Yên wê demê dihatin kirin bi unîformayên leşkerî dihatin kirin û yên niha jî bi yên sivîl tên kirin. Hîna şopa salên 12’ê îlonê ji ser civakê neçibû, pêvajoya salên 90’î rewşek gelek bi êş bû.”
 
‘Riya 2 saetan di 9 saetan de diqedya’
 
Zubeydeyê daxuyakirin ku riya 2 saetan ji ber lêgerînan di 9 saetan de bi dawî dibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov ji Amedê di du saetan de diçin  Çewlîkê. Lê wê demê ji ber lêgerînan û nokteyên kontrolê mirov di 9 saetan de digihiştinê.  Ev jî têr nekir zarok û jin bi saetan di bin rojê de dihatin hiştin. Hema hema ji bo her derê bi konvoya leşkerî diçûn. Îro tiştek neguheriye di esasê de. Berovajî vê her tişt zêde bûye.”
 
Zubeydeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde rewşên cuda nehatine jiyîn û got: “12’ê îonê bi postalên fermî hat kirin lê 15’ê Tîrmehê bi unîformayên sivîl hat kirin. Darbe kirin hincet û zext û zilm pêk anîn. Di 90’î de kuştinên kiyarnediyar hatin jiyîn. Îro jî hewl tê dayîn heman tişt bên kirin.”