Hediye Yusuf: Wê Îdlîb her tiştî diyar bike

  • 09:17 11 Tebax 2018
  • Ramyarî
Ferîde  Zêde
 
ŞEHBA-Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf diyar kir ku wê li Rojhilata Navîn di navbera hêzên navendî de tifaq û hevsengiyên nû çêbibin û wih agot: “Îdlîb wê bibe dema nû. Ger bi rejîmê re di vî alî de lihevkirin pêk bê, em di operasyona Îdlîbê de cih bigirin wê di pratîkê de jî bersiva wê bê girtin. Stratejiya azadkirina Efrînê, ji hemû stratejiyan pêşdetire.”
 
Hevdîtinên di navbera Meclîsa Suriyeyê ya Demokratîk (MSD) û rejîmê de di rayagiştî de gelek cih girtin û di rojên pêş de jî pêngavên ku wê bên avêtin tên şopandin. Dîsa Rêveberiya Sûriyeyê  ji bo ÎdlÎb ya di kontrola El Nusra de ye şûnde bigire amadekariyên operasyonê temam kir.  Hevseroka Meclîsa Damezrîner ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf  pêvajoya siyasî ya li Rojhilata Navîn nirxand.
 
‘Li ser lihevkirina Tirkiye û Rusyayê Efrîn hat dagirkirin’
 
Hediyeyê di demokratîkbûna Sûriyeyê de balkişand ser rola kurdan û got beyî kurdan li Sûriyeyê aştiyek mayîne ne pêkan e, balkişand ser pêşengiya kurdan û wiha got: “Rojhilata Navîn kirine navenda kaos û siyasetê. Hewl didin Sûriyeyê têk bibin. Polîtîkayek wek li çareseriyê digerin dişopînin. Tiştên li Sûriyeyê hatin jiyîn li ser têkiliyên Rûsya, rejîm, Îran û Tirkiyeyê pêk hat. di encama lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê de Efrîn hat dagirkirin.”
 
Hediye wiha berdewamkir: “Tifaqên demî polîtîk in. Hêzên hegomonîk tên cem hev û tifaqên polîtîk pêk tînin.  Li Tirkiyeyê hevsengî gelek tevlihev e.”
 
‘Îdlîb dikare bibe demek nû’
 
Hediyeyê her wiha da zanîn ku di navbera hêzên navendî de tifaqên nû hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdlîb dikare bibe demek nû. Îdlîb mijara bazarên nû ye. Bi qasî di çapemeniya rûs de jî hatiye dîtin, Rûsyayê mehek dem daye Tirkiyeyê ku çete ji Îdlîbê derkevin.  Wek tê zanîn çeteyên Cebhetul Nusra li wir in.  Wê bazarên nû hebin. Ya tê dîtin ev e. Geşedanên nû yên li Îdlîbê  di navbera hêzên serdest de dikare biguhere pevçûnek germ. Tirkiye plan dike ku herêma heta Lazkiyeyê bigire dest. Dixwazin Împaratoriya Osmanî ji nû ve zindî bikin. Ji ber vê bi hêvî tevdigerin.  Piştî Efrîn girtin demokgrafiya wê guhertin. Her roj li hember sivîlan komkujî û zextan pêk tînin. Berhemên dîrokî tune dikin.”
 
Rola kurdan di operasyona Idlîbê de
 
Hediyeyê helwesta Kurdan a di operasyona Îdlîbê de jî wiha nirxand: “Piştî hêzên rejîmê hatin cem hev niha Îdlîb girtine rojeva xwe. Ger Îdlîb ji kontrola Tirkiyeyê derkeve wê peymana Astana têk biçe. Ger li hev nekin jî wê rê li ber şer vebike.  Ev jî wê rê li ber krîza navbera Tirkiye û Sûriyeyê vebike. Dema ku Rejîm li Sûriyeyê li dijî Îdlîbê operasyonê bidin destpêkirin wê pêvajoyek nû dest pê bike.  şerê li hember Îdlîbê li hember Tirkiyeyê ye.  Di vê rewşê de rejîm wê hewce bi piştevaniyê bibîne. Li herêmê kesên  xwedî vê hêzî kî ne? Xwedî hêza xurt a leşkerî em in, yanî kurd in.   Di vê mijarê de dikarin tifaqê bixwazin. Ger em bi rejîmê re li hev bikin em dikarin di azadkirina Îdlîbê de cih bigirin.”