‘Rayeyên Waliyan wê pêşî li şîdet û îstîsmarê negirin’

  • 09:59 9 Tebax 2018
  • Ramyarî
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan  diyar kir ku di pêvajoya OHAL’ê de şîdet û îstîsmara li ser jin û zarokan zêde bûye û rayeyên ji bo Waliyan hatine dayîn jî wê vê tabloyê neguherînin.
 
Qanûnên ku ji bo OHAL mayînde bibe hatin amadekirin roj bi roj di rojnameyên fermî de tên weşandin û dikevin meriyetê. Di sererastkirina mijara gotinê de qanûnên ‘rayeyên berfireh didin Waliyan’  jî fermî bûn.  Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku di navbera beriya OHAL û piştî OHAL’ê de cudahî tune ye.
 
Muazzezê daxuyakirin ku ev sê sale ji aliyê Walî ve ji bom eş, çalakî û civînan destur nayê dayîn û di çarçoveya OHAL’ê de qedexe didomin û got: “Ev rewş li gorî bajar û herêman diguhere û di vî warî de cotstandartiyek heye. Li herêmên em dijîn pêkanînên kêfî yên amîrên îdarî hene.”
 
‘OHAL nehatiye rakirin’
 
Muazzezê destnîşan kir ku AKP’ê di hilbijartinên 24’ê hezîranê de soza rakirina OHAL’ê jî daye û got: “OHAL nehatiye rakirin. Bi KHK’yan hat mayîndekirin û vê di pratîkê de xwe nîşan da. Bi van qanûnan raye dan walî û amîrên îdarî. Di dema OHAL’ê de hemû weşanên kurd û muxalîf hatin girtin. Gelek rojnaemger hatin girtin. Di demên dawî de gelek tiştên hatin jiyîn ji raya giştî re nehatin aşkerakirin. Zext herî zêde li ser çapemeniyê heye.”
 
‘Pêkanîna nû OHAL derbas kir’
 
Muazzezê bi lêv kir ku li Wanê piştî 3 salan şûnde yekem car di 3’ê Tebaxê de bi wesîleya roja komkujiya Şengalê bi pêşngiya jinan daxuniyek çapemeniyê hatiye dayîn. Muazzezê got li cihê ku wê daxuyanî bidana  ewlehiya berfireh hatiye girtin û hemû girse hatiye lêgerînkirin û got van pêkanînan OHAL derbas kiriye. Muazzezê da zanîn ku  di pêvajoya OHAL’ê de şîdet û îstîsmara li ser jinû zarokan zêde bûye û rayeyên ji bo Waliyan hatine dayîn jî wê vê tabloyê neguherîne.