Selma Gurkan:Em neçar in têkoşîna demorkasiyê bikin yek

  • 09:02 8 Tebax 2018
  • Ramyarî
ENQERE- Seroka EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku hewl tê dayîn muxalefeta civakî di hêla HDP’ê de  bêdeng bikin û wiha got: “Wê hemû aliyên civakî yên ku seknek bi biryar nîşan didin, biçin hesabpirsînekê.  Em neçar in têkoşîna demokrasiyê bikin yek.”
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ku di hilbijartinên 24’ê hezîranê de piştgirî dan HDP’ê, Selma Gurkan, diyar kir ku hewl tê dayîn muxalefeta civakî di hêla  HDP’ê de bê bêdengkirin. Selmayê diyar kir ku bi rayeyên dane Waliyan maf û azadî hatine astengkirin û wiha pê de çû: “Rejîma siyasî ya Tirkiyeyê naxwaze muxalefetek wisa li pêş xwe bibîne.  Gotina Wezîr Soylu carek din Erdogan dubare kiriye.  Gotin ‘Yê piştgirî dane HDP’ê wê hesabê vê bidin’. Erdogan jî talîmata vê daye. Dixwazin muxalefetê ji ser HDP’ê bêdeng bikin.”
 
‘HDP’ê bend dergas kir û li pêş rejîma AKP’ê bû asteng’
 
Selmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku derbaskirina bendê a HDP’ê gelek girîn ge û wiha pê de çû: “AKP’ê ji bo destilatdariya xwe HDP nexwest. Hêzên demokrasiyê li hember vê hewldanek mezin dan. Partiya me jî ji bo HDP bendê derbas ke xebat meşand. HDP’ê bend derbas kir û li pêş AKP’ê bû asteng.”
 
Selmayê destnîşan kir ku ji sedî 50’yê civakê li dijî rejîma yek kesî berxwedan meşandiye û got: “Ji ber vê berxwedanê desthilatdarî dixwaze wan ceza bike. Di nav yên dixwaze jê hesab bipirse CHP jî heye. Dixwaze rejîma zextxwir ava bike û ji ser vê siyaseta xwe ava bike. Bêguman lîstikên îdeolojiya Erdogan û AKP’ê bi vê ne sînore. Ev avakirina yek partî û yek kesî ye. Ev tehdîd di heman demê de tê wateya ku daxwazên gelê Kurd jî biçewisînin.”
 
‘Divê riya hevpar bê dîtin’
 
Selmayê  diyar kir ku Tayyîp Erdogan pergala paşverû li ser jinan plan dike û wiha pê de çû: “Ji ber vê newekhevî wê zêdetir be. Ya tê dîtin eve ku jin wê li dijî polîtîkayên hikûmetê şûnde gavê navêjin.  Divê jin riya yekbûnê û hevpar bûnê bibînin. Ji bo her kesî demokrasî pêwiste. Ji ber vê berpirsyariyên girîng dikevin ser milê jinan.”