Candan Yuceer: Ancax jin dikarin rûyê rast ê desthilatdariyê derxin holê

  • 09:06 7 Tebax 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Seroka Komîsyona Lêkolîn û Şopandinê ya Mafê Jin û Zarokan a CHP’ê Candan Yuceer diyar kir ku li dijî OHAL ya hatiye mayîndekirin, ancax jinên rastî feraseta desthilatdariyê hatine têkoşînê derxin pêş û  got di dema nû de wê bi jinan re ligel hev bin.
 
Pêşnûme ya Qanûna ku ji 25 xalî pêk tê û pêşniyar dike ku hinek pêkanînên OHAL’ê hîna 3 salên din jî di meriyetê de bin tevî hemû bertekan ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû. Jinan betekên mezin nîşan dan. Seroka Komîsyona Lêkolîn û Şopandinê ya Mafê Jin û Zarokan a CHP’ê  û endama  PM’a CHP'ê Candan Yuceer mijar nirxand. 
 
‘Êrîşên li hemberî jinê veguherî polîtîkayên dewletê’
 
Candanê got OHAL veguheriye pêkanîna darbeyek sivîl û wiha got: “Destkeftiyên sereke hatin tunekirin. Ev qedexe, astengî û binpêkirina mafan di bin OHAL’ê de hatin rewakirin. Li hember jinan êrîş pêk hatin. Windahiyên cidî hatin jiyîn. Êrîşên li hemberî jinê veguhestin polîtîkaya dewletê.”
 
‘Azadî û jiyana jinan hedef hat girtin’
 
Candanê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Bi OHAL’ê re kuştinên jinan zêde bûn. Di nîvê sala 2016’an de 167, di 2017’an de 409 û di 6 mehên 2018’an de 206 jin ji ber zîhniyeta serdest a mêr jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kuştinên jinan di 2017’an de li gorî sala beriya wê ji sedî 25 zêde bû. Di OHAL’ê de 26 hezar jin ji kar hatin avêtin. Bi hezaran jin bi zarokên xwe re hatin girtin. 11 komleyên jin û zarokan hatin girtin. Her wiha di OHAL’ê de hejmara pêşnûmeqanûnên zayendî zêde bûn. Li aliyê din bi OHAL’ê re mirov dikarin bêjin ku meclîs bû saziyek ku siyaseta şîdeta baviksalarî lê şênber bûye. Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de rêjeya parlamenterên jin ji sedî 14.9 derket ji sedî 16’an.”
 
‘Divê hemû jinên partiyan bibin yek’
 
Candanê daxuyakirin ku divê têkoşîna jinan zêdetir bi bandor bibe û bê dîtin û bi taybet peywirên girîng dikeve ser milê parlamenterên jin ên desthilatdariyê û divê hemû jinên partiyan bibin yek. Candanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di dema nû de wê lêgerîna mafan xurtir bikin û got riya têkoşînê jî di rêxistinbûnê de derbas dibe.