'Ji bo demokrasiyê em ligel HDP'ê ne'

  • 11:34 6 Tebax 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Serokkomar Tayyip Erdogan anîbû ziman ku "Ji bo HDP têkeve parlementoyê yên ku deng daye ew ê hesab bidin". Derbarê gotinên Tayyip Erdogan de Partiyên wekî EMEP, EHP, Partiya Siberoja Çep û Keskan bertek nîşanî vê gotinê dan û gotin."Ger dê hesabek bê pirsîn em ê hesabê vê yekê bi awayekî bi rûmet bidin."
 
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan di 5'emîn Kongreya Milê Jinan a Awarte de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girtibû û gotibû:"Ji bo HDP têkeve parlementoyê yên ku deng daye ew ê hesab bidin". Derbarê gotinên Tayyip Erdogan de Partiyên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Partiya Siberoja Çep û Keskan ên ku piştgirî dabûn HDP'ê gotin:"Em li pişta HDP'ê ne. Em ê hesabê vê yekê bi awayekî bi rûmet bidin."
 
Emek Partisi (EMEP) Genel Başkanı Selma Gürkan, Türkiye’nin siyasal koşullarını değerlendirerek HDP’yi desteklediklerini belirterek, bu açıklamayla HDP’nin öneminin biraz daha ortaya çıktığını kaydetti. Selma, “Çünkü HDP’nin barajı aşması demek Erdoğan’ın parlamentoda istediği çoğunluğu elde edemediği anlamına gelmektedir. Bu da parlamentoya dair siyaset düzenine dair planlarının engelsiz gerçekleşmeyeceği sonucu ortaya çıkarmıştır. Ayrıca Erdoğan’ın tehditleri sadece HDP’ye yönelik değildir. Bütün bir toplumsal muhalefete yönelik bir tehdittir. Çünkü politikalarının karşısında ses çıkarabilecek, mücadele edebilecek güçtedir” dedi.
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan got:"Tehdîtên Erdogan ne tenê ji bo HDP'ê ye. Di heman demê de ev tehdît ji bo muhalefeta civakî jî hatiye kirin. Çimkî HDP dikare li dijî polîtîkayên wan derkeve û bi hêz e. Ev tehdîtana her dem tên kirin. Em li dijî van tehdîdana serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, azadî û aştiyê bidomînin. Em ê hesabê vê yekê jî bi awayekî bi rûmet bidin."
 
'Ji bo demokrasiyê em ligel HDP'ê ne'
 
Hevberdevka Partiya Siberoja Çep û Keskan Eylem Tuncaeli anî ziman ku Tayyip Erdogan alîgir e û got:"HDP bi îradeya milyonan ket parlamentoyê loma gotin û tehdîdên Ergogan ên ji bo HDP'ê nayên qebûlkirin. Siberoja azad û demokratîk a vî welatî dê ji aliyê HDP'ê ve bê kirin. Divê hemû muhalefet ji bo demokrasiyê ligel HDP'ê bin. Divê rêz li dijî hilbijêrên HDP'ê bê nîşandan."
 
'Îktidar dest bi şer dike'
 
Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Sibel Uzun da zanîn ku HDP îradeya milyonan e û got:"Îktidara ku gefan li HDP'ê dixwin dest bi şer dike. Feraset wiha ya demokrasiyê nayê qebûlkirin. Divê tu kes vê ferasetê qebûl neke."
 
'HDP ne bi tenê ye'
 
Sibelê gotinê Tayyip Erdogan wekî tehdîd qebûl kir û got:"Divê hemû muhalefet bibin yek. Divê di rewşên wiha de muhalefet bibin yek. Armanc ew e ku muhalefetan ji hev qut bikin. Em dizanin ku HDP bi êrîşên mezin rû bi rû man. Gelek hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Nehiştin HDP siyasetê bikin. Lê tevî hemû zordestiyan HDP'ê ji sedî 12 deng girt. Divê em hemû li HDP'ê xwedî derkevin. HDP ne bi tenê ye."