HDP'ê rewşa girtiya nexweş Sîsê Bingol li meclîsê anî ziman

  • 15:55 1 Tebax 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit rewşa girtiya nexweş a Sîsê Bingol a 78 salî ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsî. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit li meclîsê derbarê rewşa Sisê Bingol a ku li Vartoya Muşê hat binçavkirin û piştre hat girtin pêşniyazname da meclîsê. Xwest ku pêşniyazname ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bê bersivandin. 
 
Di pêşniyaznameyê de derbarê Sisê Bingol a ku tenduristiya wê ne baş e pirsên wiha ji Fahrettin Koca re hat pirsîn:
 
"*Agahiya we ji Sîsê Bingol a 78 salî û li Vartoya Muşê hat girtin heye?
 
*Tevî pirsgirêkên tenduristî û temenê wê yê mezin girtina Sisê Bingol rast e?
 
*Berê ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê rapora "Li girtîgehê tena serê xwe nikare bijî" hatibû dayin. Ji bo çi niha Saziya Tipa Edlî rapora "Dikare tena serê xwe li girtîgehê bijî" dide Sîsê Bingol?"