Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê bi têkoşîna şoreşger a jinê veguhestinê pêk bînin

  • 09:16 30 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wek Meclîsa Jinan a HDP’ê hem li Meclîsê û hem jî li kolanê wê bi têkoşîna şoreşger a jinan veguhestinê pêk bînin û xeta têkoşîna hevpar ava bikin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di navbera 21-22’ê Tîrmehê de li Wanê civînek pêk anîn û derbarê nexşerêya dema nû de nîqaş meşandin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derbarê dema nû de axivî.
 
Dîlanê diyar kir ku meclîsa jinan a HDP’ê wê bi nêrîna xurt û cuda tev bigere û koma jinan a HDP’ê ya ji 26 parlamenteran pêk tê li Tirkiyeyê cudahî afirandiye. Dîlanê daxuyakirin ku di dema nû de hem li meclîsê û hem jî li kolanê bi jinan re bi mudaxaleya şoreşger re wê veguhestinekê pêk bînin.
 
‘Îstîsmar û şîdet ne rewşek ji rêzê ye’
 
Dîlanê destnîşan kir ku îstîsmara li hember zarokan û şîdeta li ser zarokan ne rewşek ji rêzê ye û ev tişt anî ziman: “Ev girêdayî polîtîkayên zîhniyeta AKP’ê ye. Di 16 salan de şîdeta li ser jinê ji hezarî hezar û 400 zêde bû. Di navbera 2008 û 2018’an de 104 hezar zarok winda bûne û zêdebûna îstîsmarê jî girêdayê polîtîkayan e.”
 
Dîlanê her wiha destnîşan kir ku wek HDP ev tespît nû nekirine û got: “Desthilatdariyê ev bi awayekî fîîlî dikir. Lê piştî 24’ê Hezîranê bi serokatiyê re bêhiqûqî kirin hiqûq. Hewl didin vê rejîmê normal nîşan bidin. Me wek meclîsa jinan di 9’ê Tîrmehê de civîn pêk anîn û nîqaşên cidî meşand. Di dema vê desthilatdariyê de pirsgirêka azadiyê û beka ya jinan heye. Ji ber vê jî parastina pêşerojê ji rêxistinê derbas dibe.”
 
‘Em ê bi rêxistinên jinan re ligel hev bin’
 
Dîlanê derbarê planên dema nû de jî agahî dan û daxuyakirin ku wê zêdetir bi rêxistinên jinan re di nav piştevaniyê de bin û çalakiyan pêk bînin û di alî dîplomatîk de jî li deveyê welat bi jin û rêxistinên jinan re têkiliyê deynin. Dîlanê got ligel êrîşên li hemberî HDP’ê rastî mudaxaleyên cidî yên rêxistinî hatine û  got wê di dema nû de pêngava rêxistînî bidin destpêkirin. Dîlanê di dawiyê de destnîşan kir ku wê  bi rêxistinbûnê bibin bersiv.