Pervîn Buldan: Divê tecrîd bikeve rojava gelên li Tirkiyeyê

  • 11:50 23 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku ji îro û pêde ji bo ku têkoşîna xwe bi hêz bikin ew ê têbikoşin û wiha got: "Ev pirsgirêkên heyî ku bi pêkanîna tecrîdê re hatin destpêkirin dikarin bi rakirina tecrîdê bên çareserkirin. Ez bawer im ger ku tecrîd bê rakirin ew ê krîza heyî ya li Tirkiyeyê jî bê derbaskirin. Ji ber ku em vê ji tecrûbeyên xwe dizanin."
 
Hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20-22'yê Tîrmehê de ji bo ku nexşerêya xwe diyar bikin li Wanê hatin gel hev. Piştî kampa xebatê ya 3 rojan Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ji ajansa me re axivî diyar kir ku ji roja partiya wan hatiye damezrandin û şûnde wan her aştî, demokrasî, mafên mirovan, edalet û azadî parastine. Pervînê anî ziman ku ew ê di serdema nû de jî li dû wan rêgezan bin û ji bo vê têkoşînê bidin.
 
'Li binê serkeftina hilbijartinê îmzeya jinan heye'
 
Pervînê di axaftina xwe diyar kir ku li gel bi hezaran xebatkarên partiya wan , hevşaredar û parlamenterên wan girtî bûn û ambargoya medyayê li dijî wan hat pêkanîn jî wan bendava ji sedî 10 a hilbijartinê derbaskir û wiha berdewam kir: "Ji bilî HDP'ê pirsgirêka bendavê ya tu partiyên din tune bû. Li gel şert û mercên OHAL'ê û hemû neyîniyan jî ne gelê kurd û ne jî gelê tirk HDP bi tenê nehiştin.  Herwiha ji bo me encmeke nêzî encma hilbijartinên 7'ê hezîranê jî ji bo me serkeftin bû. Ez dixwazim bibêjim ku li binê vê serkeftinê îmzeya jinan hebû. Ji ber ku herî zêde jinan ked da."
 
'Berpirsiyariya gelên li Tirkiyeyê zêde dibe'
 
Pervînê bi bîr xist ku di 24'ê mijdarê de tenê hilbijartina parlamentoyê nehatiye kirin, di heman demê de ya serokomariyê jî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derbarê pergala serokomariyê de me pêvajoyeke hilbijartinê ya ne meşrû derabs kir.  Em dizanin ku ji sedî 50 zêdetir gelên Tirkiyeyê  pergala serokomariyê nexwestin.  Lê Îktîdar ji bo ku vê pergalê bi dest bixwe serî li hemû rêbazên ne li rê da.  Li Tirkiyeyê bi guhertina pergalê re erka HDP'ê zêde bû. HDP ji roja ku hatiye damezrandin, li pey aştî, demokrasî û azadiyê ye û wê ji îro û şûnde jî ji bo ku berxwedanê bi hêz bike têbikoşe." 
 
'Li dijî Faşîzmê hêza sereke HDP ye'
 
Pervînê di dirêjiya axafitna xwe de got ku di tabloya heyî ya li Tirkiyeyê de faşîmeke ku dixwaze xwe mayînde bike heye û ev tişt got: "HDP ji ber hewandina gelan a di nava xwe de partiya yekane ku bikaribe pirsigirêka heyî ya li Tirkiyeyê çareser bike ye.  Vê jî em mebûrin bi têkoşîna ku em bidin îspat bikin. Ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokratîk bûna Tirkiyê û ji bo ji nû de anîna pergala parlamenteriyê berdewma bikin.  Em dizanin ku em ê vê karibin bi tevahiya gelên li tirkyeyê re bikin û bi ser kevin."
 
'Hemû çepgir û sosyalît bin zextê de ne'
 
Pervînê anî ziman ku HDP xwedî wê hêzê ye ku dikare li dijî hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê li ber xwe bide, ji Tirkiyeyê tucarî OHAL tucarî nehatiye rakirin û ev tişt got: "Bi taybetî jî dixwazim ji bo Kurdistanê bibêjim ku OHAL her di meriyetê de ye.  Ev seremeke derbasdare. Hat gotin ku OHAL hatiye rakirin lê dijberî vê ji bo 3 salan hat mayînde kirin.  Bi erka ku dan waliyan re em dikevin serdemeke ku hemû binpêkirinên mafan hatine qanûnîkirin e. Daxuyaniyên hikûmetê yên beriya vê erka ku dan waliyan jî binpêkirinên mafan ku wê bên jiyîn piştrast dikin. Em ji bo ku li dijî OHAL'ê têbikoşînê bidin disa bi gelên li Tirkiyeyê re bên gel hev û ji eniyekê li rêya siyaseta hevpar bigerin. Ev rewşa xeter wê tenê bandora xwe li ser kurdan neke  ewê bandora xwe li hemû kes û aliyên çepgir û sosyalîtan jî bike. Mudaxeleya li bîranîna Komkujiya li Pirsûsê jî nîşaneya vê pêvajoya xeeter ku wê bê jiyîne."
 
'Pêvajoya ku brêz Ocalan jî tevli bû serdema herî girîng bû'
 
Pervînê bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û ev tişt got: "Tecrîd dem bi dem jî li girtîgehên din jî xistin meriyetê . Lê bi taybetî di 3 salên dawîn de ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha tecrîdeke girina li ser birêz Abdullah Ocalan heye.  Destûrnedayîna ku bi malbata xwe û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, tê wateya ku ji aliyê îktîdarê ve ji nedîtî ve tê û dixwazin ku wî tune bihesibînin. Li Tirkiyeyê pêvajoyeke muzakereyan ya 3 salan hat jiyîn û ev pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan tevli bû pêvajoyeke herî aram ya Tirkiyeyê bû."
 
'Divê Tecrîd di rojava gelên li Tirkiyeyê de be'
 
Pervîn diyar kir ku piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat kirin qut bû pêvajoya şer hat destpêkirin û wiha berdewam kir: "Ev 3 meh in ji birêz Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin û di vê warî de biryareke îradeya siyasî ku girtiye heye.  Divê ku demildest tecrîd bê rakirin û birêz Abdullah Ocalan ji hemû mafên hiqûqî sûdê bigire. Lê di vê serdemê de ev maf hatiye qedexekirin.  Em wek HDP her dibêjin ku bila tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, bi malabt û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em vê nêrîna xwe bi her kesî re parve dikin. Tecrîd divê di serî de dirojeva Gelê Kurd û pitre jî di rojeva hemû gelên li Tirkiyeyê de be."
 
'Ger ku tecrîd rabe wê krîz bi dawî bibe.'
 
Pervîn di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser tecîrêdê û got ku divê hemû gelên li Tirkiyeyê bi awayekî cidî nêzî tecrîdê bibin  û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Ji ber ku pêvajoya şer tenê bandora xwe li ser kurdan nake.  Ev pirsgirêk pirsgirêkên ku bi tecrîdê derketin holê û bi rakirina tecrîdê dikarin ji holê bên rakirin in.  Ger ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê krîza li tirkiyeyê jî bê çareserkirin."