Pervîn Bûldan: Em ê her li ba gelê xwe bin

  • 13:07 21 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna çapemeniyê ya HDP'ê ku li Wanê pêk hat de axivî. Pervînê diyar kir ku ew lêpirsînên ku derbarê parlamenterên HDP'ê de tê kirin qebûl nakin û wiha got:"Çûyina şûna gelê me peywira me ya herî girîng e. Em ê her ba malbat û gelê xwe bin."
 
Bi beşdarbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo perwirdarkirin û nexşerêya nû HDP li Wanê ket kampê. Di roja duyem de li Otela Merita ya navçeya Ertemêtanê ya Wanê civîna çapemeniyê ya HDP'ê pêk hat. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hat kirin. 
 
'Nexşerêya me ji bo siberoja Tirkiyeyê gelekî girîng e'
 
Pervînê wiha got:"Em ê serkeftina xwe ya di 24'ê Hezîranê de binirxînin û kêmasiyên xwe jî raxînên pêş çavan. Gel li hêviya xebatên me yên ji bo pêvajoya nû ye. Loma nexşerêya ku em ê di 3 rojan de diyar bike ji bo siberoja Tirkiyeyê gelekî girîng e."
 
'HDP hêviya gelan e'
 
Pervînê di axaftina xwe ya di civînê de 33 kesên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha domand:"Di 24'ê Hezîranê de gel li dijî zihniyeta yekperest bloka demokrasiyê hilbijart. Ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha gel di nav şerd û mercên Rewşa Awarte tê bi rêveberin. Mînakên welatekî ku bi Rewşa Awarte tê birêvebirin, KHK, Qayyim, girtina parlamenteran, xistina parlamenteriyê, valaderxistina hiqûqê wekî pêkanîna derbeyê derdikeve pêşberî me. Me 24'ê Hezîranê di nava van şerd û mercên dijwar de pêşwazî kir û me bend derbas kir. Derbaskirina bendê ji bo serkeftin e. Em ê kêmasiyên xwe jî raxînên pêş çavan û dest  bi xebatên berfireh bikin. HDP hêvî û siberoja gelan e. Em ê bi vê hişmendiyê tev bigerin."
 
'Em ê têkoşîna xwe her bidomînin'
 
Pervînê da zanîn ku têkoşîna li dijî Rewşa Awarte dê bidome û wiha pê de çû:"Em ê li dijî Rewşa Awarte siyaseta demokratîk bi kar bînin. Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin. Em ê ji bo wekheviya zayendiya civakî pêvajoya têkoşînek nû bidin destpêkirin. Îktidara AKP'ê jin û mêran wekî hev nabîne û neheqiyê li jinê dike. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafê jinê her dem bidomînin."
 
'Em ê polîtikaya derve ya aştiyane esas bigirin'
 
Pervînê da zanîn ku ew ê polîtikaya derve ya aştiyane esas bigirin û got:"Gelek zilim li ser gelê Rojhilata Navîn hat kirin û di vê yekê de para AKP'ê jî heye. Dê pirsgirêkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê zêde bibe. Em ê her dem li ba ciwan, elewî, jin û gelê Anatolyayê yê xizan bin."
 
'Divê Leyla Guven li parlementoyê be'
 
Pervînê bal kişand ser Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û wiha got:"Leyla Guven bi awayekî dijhiqûqî rehîn tê girtin. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Divê Leyla Guven serbest bê berdan û li parlamentoyê û li ba gelê Colemêrgê be. "
 
'Malbatên me ne bê xwedî ne'
 
Pervînê anî ziman ku ew lêpirsînên ku derbarê 4 parlamenterên HDP'ê de hatiye vekirin qebûl nake û got:"Çûyina şûna gelê me peywira me ya herî girîng e. Em her dem li ba wan bûn û em ê dîsa li ba wan bin."
 
'Em îşkenceyên li girtîgehan qebûl nakin'
 
Pervînê bal kişand ser îşkenceya ku li Wanê li malbata Şahin hat kirin û wiha got:"Malbata Şahin bi îşkenceyek mezin hatin binçavkirin. Tu heqê kesî tuneye ku gel bê sebep biavêje girtîgehan. Em van îşkenceyan qebûl nakin û em dibêjin ku em ê hem di warê hiqûqî de hem di warê siyasî de li ba gelê xwe bin."