Pervîn Buldan: Em soz didin jinan ku em têkoşînê pêşve bibin

  • 12:30 20 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
WAN - Di roja yekem a kampa ku HDP ji bo nexşerêya xwe diyar bike ketê, di civîna ku bi tevlibûna parlamenterên jin hat lidarxistin de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: "Em di warê berxwedan û têkoşîna jinan de ji jinan re re soz didin ku em ê berxwedana wan a azadî û wekheviyê pêşve bibin û mezintir bikin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku nexşerêya xwe ya pêşerojê diyar bike  li Wanê ket kampê. Di kampa ku wê 3 rojan berdewam bike de îro parlamenterên jin bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê pervîn Buldan civînek li dar xistin. Pervîn a ku axafitna vekirinê ya civînê kir, bi silavkirina jinan dest bi axafitna xwe kir û ev tişt got: "Em 3 rojan li ser serdema hilbijartina borî, tiştê ku me di serdema 26'emîn de kir û nekir û xetereyên ku em ê bi wan re rûbirû bimînin ên serdema 27'emîn binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin."
 
'Kesên li pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn'
 
Pervîn bi bîranîna komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an  ku di encmaê de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan axafitna xwe berdewam kir û ev tişt got: “Em carek din ji 33 ciwanên xwe bi bîr tînin û ji malbatên wan re sebrê dixwazin. Li gel ku li welêt qêrîna edaletê bilind dibe jî lê bes hêj edalet pêk nehatiye. Qatilan kujer dernexistin pêşberî darazê. Me şahidiya pêvajoyek kujer tên parastin kir. DAIŞ’ê bi hevkariya dewletê komkujî pêk anî û berpirsên komkujiyan dernexistin holê. Heke kujerên wê komkujiyê bihatana darizandin wê komkujiyên li pişt wê pêk nehatana. Dibe ku 33 mirov ji nava me koç kiribin lê belê ew tu demê ji hişê me derneketine. Em carek din ji malbatan re sersaxiyê dixwazin.” 
 
'Herî zêde jin di HDP'ê de hatin temsîlkirin'
 
Pervîn anî ziman ku wan di pêvajoyek dijwar a li welêt de hilbijartinek girîng derbas kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe  : “Me di serdema OHAL’ê de bi biryara rêveberiyek qet ne rewa di 24’ê Hezîranê de têkoşînek dijwar birêve bir. Hemû kesî têkoşînek bêhempa da. HDP bi serkeftinek mezin bendê hilweşand û bi ser ket. Di civîna 3 rojan de em ê hemû kêmasiyên xwe binirxînin û ev nirxandin jî berpirsyariya me. Di serdema OHAL’ê jinan jî li ber xwe da û bi nûnertiya ji sedî 38 encam bi dest xist û serkeftinek mezin e. Partiya herî zêde ku temsîliyeta jinan derxist HDP bû. Divê em diyar bikin ku me li gorî encama difikirî temsîliyeta jinê bi dest nexist. Lê serkeftina jinan jî li ber çavan e. Çimkî jin û ciwanan têkoşînek bêhempa dan. Em spasiya xwe ji hemû jin û ciwanan re û ji yên girtî re dikin. Em spasiya hemû rêxistinên jinan ên di hilbijartinê de piştevanî dan me jî dikin.” 
 
'Têkoşîna me wê bidome'
 
Pervîn destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyek dîrokî dikeve ser milê HDP’ê û wiha axivî: “Em li welêt bi rejîma dijminê jin û kedê re hevrû ne. Lê li dijî vê yekê rêxistinek jinan a xurt heye. Em ê li dijî rejîma yekperestî di rojên pêş de pêvajoya têkoşînek mezin bidin destpêkirin. Me xetek danî riya pêşiya xwe. Em ê vê xetê li pêş bixin. Wekheviya jin û zilaman me li her qada jiyanê xistiye meriyetê. Em soz didin jinan dê tu kes nikaribe peşkê li têkoşîna me bixe. Em bi her awayî li cem tengezarî û pirsgirêkên jinan in. Herî zêde jin di rojeva me de ne û em li maf û azadiya jinê xwedî derdikevin. Em bûn deng û hêza jinan. Ji vê gavê şûndetir hin bêtir erkên mezin dikevin ser milê me jinan. Erka mezinkirina muxalefeta demokratîk dikeve ser milê jinan. Di van rojên darî de pêdivî bi roniya jinê heye. Jin wê tu demê destûrê nede pergala faşîst a dîktatoryal. Em li silav û hezkirinên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Divê demildest Leyla Guven bê berdan. Em hemû hevalên xwe yên bêhiqûqî girtî ne di nav xwe de dixwazin.” 
 
Piştî axafitna Pervînê  civîn ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.