'Jinan ji însafa îzhniyeta serdest ya baviksalar re dihêlin'

  • 09:07 18 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku yekirina Wezareta Ewlehî, civakî û Xebatê û wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî tê wateya kuştina jinan û kuştinên kar û wiha got: “Qezencên xwe teslîmî tu hêzê nekin.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a  HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî yekirina Wezareta Ewlehî, civakî û Xebatê û wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî da û got ev rewş ji zîhniyeta ‘jin tuneye malbat heye’ pêk tê.
 
Dîrayetê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew li dijî vê pêkanînê bi awayekî cidî bûne muxalefet û wiha pê de çû: “Heta îro pirsgirêkên jinan bê çareserî û bê muxatab hat hiştin. Ligel vê  Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî jî li şûna polîtîkayên çareseriyê pêk bînin bi nêzîkatiya ‘jin tuneye malbat heye’ jin tune kir û qada jiyanê lê teng kir.” 
 
‘Kedkaran li ber rehma sermayê, jinan jî li ber rehma zîhniyeta mêr dihêlin’
 
Dîrayetê di berdewamiyê de destnîşan kir ku  bi yekbûna her du wezaretan re wê pirsgirêkên jinan kûrtir bibin û wiha got: “Yekirina van wezaretan tê wateya ku AKP li dijî pirsgirêkan bêhestiyar wê bimîne û kedkaran li ber rehma sermayê, jinan jî li ber rehma zîhniyeta mêr dihêlin. Dema mirov li polîkayên AKP’ê dinêrin, ji bilî neçareseriyê tu soz nayê dayîn.”
 
‘Ji ber wezareta jinê nehat avakirin şîdet zêde bû’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku wan wek Meclîsa jinan a HDP’ê bi salane ji bo li meclîsê Wezareta Jinê ava bibe têkoşîn dane û neavakirina wezareta jinê jî yek ji sedemên avêtina hîmê şîdetê ye û ji ber wezaret ava nebû şîdet jî zêde bû.
 
Dîrayetê ev tişt bi lêv kir: “Pêşniyara HDP’ê ya ji bo avakirina wezareta jinê her tim hat redkirin. Ev jî hewldana rewakirina şîdeta li ser jinê ya AKP’ê bû. Ji bo Komîsyona Derfeta Wekheviya Jin û Mêr (KEFEK)  li meclîsê bi sînor nemîne û bigihêje civakê me pêşniyara Komîsyona Wekheviya Mêr û Jin pêşniyar kir lê bi destê AKP’ê bê bandor hat hiştin. Divê jin KEFEK’ê bi awayekî bi bandor bi kar bînin.” 
 
Em ê destkeftiyên xwe teslîm nekin
 
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldana tunekirina destkeftiyên jinan û got Komeleya Demokrasî û Jinan (KADEM) ji pirsgirêkên jinê dûr xebatan dimeşînin û got wê destkeftiyên xwe teslîmî tu hêzî nekin.