‘Pergala ku hewcedariya civakê pê heye Xweseriya Demokratîk e’

  • 09:15 14 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
AMED - Endama PM’a DBP'ê  Sevîm Adsoy diyar kir ku dê fêdeya pergala Xweseriya Demokratîk li zarok, jin û civakê bê û wiha got: “Tirkiye niha zêdetir ber bi taritiyê ve çûye. Pergala serokatiyê xîtabê tu civakî heta xîtabê aliyê AKP’ê jî nekiriye.”
 
Sevîmê got di kabîneya pergala serokatiyê de du wezîrên jin cih digirin û ev pergal tiştekî nade jin û ciwanan û wiha got: “Ji 2015’an heta niha  şîdet û îstîsmar zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku ev pergal çi sozê dide me. Girêdayîna her wezaretan a Malbat û Polîtîkayên Civakî û Wezareta Xebatê jî wisa ye.”
 
‘Pergala serokatiyê xîtabê AKP’ê nake’
 
Sevîmê bi lêv kir ku desthilatdarî ji bo pergalê rewa bike çûye hilbijartinê û wiha got: “Tirkiye di esasê de niha ketiye riya îflasê. Pergala serokatiyê ji bo tu civakê heta ji bo AKP’ê jî xîtab nake.”
 
‘Yekane pargala bi fêde Xweseriya Demokratîk e’
 
Sevîmê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yekane pergala bi fêde ya ji bo jin, zarok û ciwanan pergala xweseriya demokratîk e û Modernîteya Kapîtalîst jî bi cîhana ku global bûye têk çûye. Civak bi rastî jî di tengezariya bi hêrs a sosyolojîk a kûr de ye. Li dijî vê rêbaza herî bi bandor bikaranîna mafê îtîrazê ye. Ev pergal hewcedariyan pêk nayne. Yekane alternatîfa li dijî yekparêziyê HDP ye.”