‘Mezinkirina berxwedana demokrasdiyê erka me ya sereke ye'

  • 14:24 13 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di civîna ewil a Koma Jinan a HDP’ê de axivî û got: “Em ê bi hemû jinan bişêwirin û yekîtiya têkoşîna hevpar ava bikin. Em ê bi aqil û destê jinan li dijî rejîma yekzilamî têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.” 
 
Koma Jinan a Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê civîna xwe ya ewil a çapemeniyê pêk anî. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di civînê de têkildarî rojevê nirxandinan kir. 
 
Fatma destnîşan kir ku temsîliyeta jinan a di Meclîsê de di pozîzyona partiya pêşeng de ne û got: “Di têkoşîna demokrasî û aştiyê ya gelê kurd de 26 jinên wekîl bi rêjeya 38.81’an li Meclîsê ne. Koma me ya Jinan a Parlementoyê tecrûbeyên têkoşîna jinan ên li cîhanê û Tirkiyeyê ji xwe re referans digirin û di têkoşîna azadî û wekhevî ya jinan cihê xwe girtin.” 
 
'Li Meclisê cara yekê HDP'ê koma jinan ava kir' 
 
Fatma bi bîr xist ku li Meclîsê yekemîn car ji aliyê HDP'ê  ve Koma Jinan tê avakirin û îşaretî jinên siyasetmedar ên girtî kir û got: “Feraseta ku jinan û vîna wan tune hesiband êrîşên sîstematîk da destpêkirin. Di çarçoveya OHAL û KHK’yan de hemû destkeftin û tecrûbeya jinan xesp kirin. Bi dehan sazî û dezgehên jinan girtin. Saziyên jinan ên di bin banê şaredariyan de girtin û nihajî 26 hevşaredarên me yên jin girtî ne.” 
 
'Berdewamiya girtina Leylayê kêfî ye'
 
Fatma anî ziman ku li gel Leyla Guven bû parlamentera HDP’ê hêj “rehîn” tê girtin û wiha dewam kir: “Li ber çavê me Qanûn tune tê hesibandin. Tevî ku biryara berdana wê dan jî lê dîsa biryara girtinê dan. Dewama girtina Leyla Guven biryara kêfî ye. Daraz bi fermana AKP/Qesrê tevger dike û Leyla Guven bernadin. Ji bo Leyla Guven bigîhîje azadiya em dibêjin bila demildest wê berdin.”
 
Em ê li dijî her cureyên zextan li ber xwe bidin
 
Fatma di dewama axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya jinan ji her demê bêtir xurtir e. Mezinkirin û hevgirtina têkoşîna jinan peywîra me ye. Em ê bi hemû jinan re bişêwirin û yekîtiya têkoşîna hevpar ava bikin. Em dikevin serdemek kû wê hin bêtir dengê jinan derkeve. Li dijî feraseta mîlîtarîst û baviksalar, şer, tundî û zimanê ji bo çanda aştiyê hêza pêşeng jin in. Em ê wek jinan li dijî her cure zextên li ser ziman, beden, nasname û keda xwe derkevin û em hevkarû û yekgirtina jinan ava bikin. Bi destê jinan û aqilê jinan em ê li dijî pergala yekzilamî têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bikin û erka me ya yekemenîn e.”