Meclîsa Jinan a HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye

  • 17:37 11 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê, têkildarî biryara dadgehê ku ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven da, daxuyanî da û diyar kir ku Leyla Guven vîna hemû jinên Tirkiye  û gelan e. Meclîsê da zanîn ku ew vê bê hiqûqiya li dijî mafê jinê qebûl nakin û têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî biryara dadgehê ku der barê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê a Colemêrgê de Leyla Guven de berdewama girtinê da, daxuyaniya nivîskî weşand û bertekên xwe anîn ziman. Meclîsê, anî ziman ku destnedayîna Leyla Guven heye û li gorî Qanûna Bingehîn piştî Hilbijartina 24'ê Hezîranê êdî divê dozên wê bên rawestandin û neyê darizandin. Meclîsê da zanîn ku li gorî xala 83’an a Qanûna Bingehîn tu cudahiya wê ji 598 wekîlên li meclîsê tune ye. 
 
Meclîsê da zanîn ku darazê bi fermana Qesrê biryar daye û ev biryara hatiye dayîn li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Meclîsê da zanîn ku danişina dozê taloqî 4'ê mijdara ku li dijî HDP'ê operasyona siyasî pêk hat kirine û wiha got: "Biryar taloqî 4'ê mijdara 2018'an ku darbeya siyasî pêk hat kirine. Bi vê yekê rejîma AKP/Qesrê wêneyê rejîma nû ya li Tirkiye û Kurdistanê xêz kiriye. Em dê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin. Leyla Vîna me tevan e û em wê tenê nahêlin."