Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê îro dicive

  • 10:56 11 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi boneya peywirên nû û xeta polîtîk a pêvajoya me diyar bike dicive. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê dest bi civînên nirxandinê kiribû. Civîn îro dê bi kombûna Desteya Birêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê dewam bike. 
 
Civîn dê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî pêk bê û dê nîqaşên têkildarî pêvajoyên pêşiya me bên kirin. Encama ji MYK’ê derkeve dê di 21 û 22’ê tîrmehê de bi beşdariya rêveberên partî û parlamenteran li kampê nîqaş bên kirin û nexşeya serdema pêşiya me diyar bikin. 
 
Di heman demê de li bendêye ku di civîna MYK’ê ya îro de hin peywîrdarî jî bên diyarkirin. Piştî ku Ayhan Bîlgen bû Wekîlê Serokên Komê, Berdevkiya Partiyê vala ma. Di civînê de Berdevkiya Partiyê jî bê zelalkirin û di kulîsên HDP’ê de ji bo berdevkiyê navê Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç derbas dibe. Piştî civînê li bendê ye ji raya giştî re aşkere bikin. 
  
Li aliyê din HDP’ê nîqaşên têkildarî namzetiya Serokatiya Meclîsê jî bi dawî bike û li bendê ye serlêdana pêwîst îro bê kirin. Ji bo namzetiyê navê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî derbas dibe.