DBP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir

  • 09:07 9 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - DBP'ê piştî daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hat kirin şûnde dest bi xebatên zû yên hilbijartinê kirin.  Xebatkara Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Zeynep Uren diyar kir ku şaredariyên qeyûm tayînî wan bûne di nav deyn de xetimîne û got gelê wan û partiya wan amade ye.
 
Zeynep Uren hevşaredara Qilabana Şirnexê bû û qeyûm tayînî şûna wê bûye û niha xebatkara Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê ye destnîşan kir ku ew bi zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rû ne û pergal her diçe dîktatortir dibe. Zeynebê ev tişt anî ziman: “Bi taybet desthilatdarî dixwaze bi hilbijartinên serdegirtinê xwe li ser piyan bigire. Dixwaze bi KHK’yan xwe li ser piyan bigire. Bi 24’ê Hezîranê re xwestin krîza li Tirkiyeyê veşêrin.”
 
‘Qeyûm talan dikin’
 
Zeynebê got şaredariyên DBP’ê bi îdiaya ku li dijî pirsgirêkên jinan, nasname û ekolojiyê alternatîfan ava bikin xebat meşandiye û qeyûmên tayînî şaredariyan bûne  êrîşek li dijî têkoşînê ye.  Qeyûm rewşek derbarê sazîbûna pergala serdest a mêr de ye.
 
Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel û jin li dijî vê rewşê pir bi hêrs in. Qeyûman destkeftiyên jinan talan kirin. Çanda xwezayî ji holê rakirin û dixwazin yek reng û zîhniyeta mêr bidin hîskirin. Her çiqas bêjin qeyûm dixebitin jî civaka me rastiyan dizane. Di hilbijartinên herêmî de wê bi girtina şaredariyan bersiva xwe bidin. Civak kesên ku îradeya wan tune dihesibînin dizane. Gelê me wê bersivê bide.”
 
‘Gelê me û partiya me amade ye’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin wek cenazeyê ne û di nav deyn de ne û wiha got: “Ji ber kaosa afirandine gel nikare bikeve şaredariyan û şaredarî bûne wek qerekolan. Lê em ji bo hilbijartinên herêmî amade ne. Gelê me û partiya me amade ye.”