Parlamenterên HDP'ê yên Amedê mazbatên xwe girtin

  • 16:20 4 Tîrmeh 2018
  • Ramyarî
AMED - Parlamenterên HDP'ê yên Amedê mazbatên xwe ji Saziya Hilbijartinê ya Bajêr  girtin.
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Dersim Dag, Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier,  Selçuk Mizrakli û Mûsa Farisoğullari mazbatên xwe ji Saziya Hilbijartinê ya Bajêr  girtin. 
 
Dersim Dag dema mazbata xwe girt axaftinek kurt kir û got:"Tevî hemû zextan HDP bi ser ket."