‘Hilbijartinên 24’ê Hezîranê baweriya bi pergalê zêdetir şikand’

  • 09:16 30 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR- Yek ji namzetên HDP’ê ya Îzmîrê Îdîl Ugurlu diyar kir ku gelek aliyên civakê ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi hêvî bûne lê ji ber encamên wê hêviya gel zêdetir li hember pergalê şikestiye û got divê zêdetir têkoşîn bê dayîn.
 
Namzeta ji herêma duyemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Îdîl Ugurlu ku encamên hilbijartinê nirxand diyar kir ku hilbijartinên 24’ê hezîranê ji bo karkerên bi KHK’ê ji karê xwe bibûn hêviyek bû, lê tifaqa AKP-MHP’ê ev hêvî ji holê rakiriye. Îdîlê her wiha da zanîn ku wê hîna îxracên nû jî çêbibin û got divê ji berê zêdetir têkoşîn bê dayîn.
 
‘Atmosfer berovajî encamên hilbijartinê bû’
 
Îdîlê her wiha bi lêv kir ku hilbijartin bi awayekî adîlane pêk nehatiye û ev tişt bi lêv kir: “Di bin OHAL’ê de hilbijartin pêk hatin. Peywirdarên sindoqan bi çekan ji hundir derxistin û kesên deng bi kara anîne bi derbkirinê ji hundir derxistin û gelek dijhiqûqiyên din hatin jiyîn. Şeva hilbijartinê çi bû ev tablo derket holê. Atmosfera li qadê berovajî encamên hilbijartinê bû.”
 
‘Gel baweriya xwe ya bi HDP’ê diparêze’
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekane alternatîfa li hember yek mêrî HDP ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hîna di wê baweriyê de me ku li van qada bawerî tê parastin. Piştî encamên hilbijartinê hêviya mirovan bi pergalê şikya. Bi taybet malbat li dijî pergala perwerdê bi bertekin.”