Yildiz Çetîn: Gelê Wanê hesabê şaredariyên hatin xespkirin pirsî

  • 09:11 30 Hezîran 2018
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
WAN-Li Tirkiyeyê di 24'ê hezîranê de hilbijartina pêşwext hat kirin û gel çû ser dindoqan. Li hemberî hemû pêkûtiyên hikûmetê HDP bi derbaskirina bendavê bersiva herî mezin dayê. Der barê hilbijartinê û êrîşan de hevşaredara Payizavayê Yikdiz Çetîn a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin nirxandin kir.  Yildizê anî ziman ku HDP bi serkeftineke mezin dîsa kete parlementoyê. 
 
Li Tirkiyeyê di 24'ê hezîranê de hilbijartina pêşwext hat kirin û gel çû ser dindoqan û dengê xwe bi kar anî. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 67 parlementeran dîsa kete parlementoyê. Der barê hilbijartinê de Hevşaredara Payizavaya Wanê Yildiz Çetîn a ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin axivî. Yildizê  diyar kir ku HDP bi ketina parlementoyê planên îktîdarê vala derxistin û got ku gel di 24’ê hezîranê de xwedî li vîna xwe derket.
 
‘Xwedîderketina gel ji bo me serkeftinek bû’
 
Yildizê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku bi barkirina sindoqan re xwestin HDP’ê di bin bendavê de bihêlin û got ku ev hişmendiya  bi serkeftina HDP hilweşiya û wiha axivi;” Di bin siya OHAL’ê de xwestin HDP di bin bendavê de bihêlin. Bi barkirina  sindoqan û bi hewldanan xwestin HDP bi temamî tasfiye bikin. Lê li hemberî hemû pêkûtiyan gel dîsa jî xwedî li vîna xwe derket û herikî ser sindoqan. Me tu car negot ku em serkeftî ne. Di her pêvajoyekê de me kêmasiyên xwe dÎtine û me bi van kêmasiyan zehmetiyên herî mezin weguhestine serkeftinê. Ev salek û nîve OHAL hatiye îlankirin. Di heman demê de ji hevserokên me heta rêvebirên me bi her awayî êrîşî HDP'ê kirin. Lê me bi gele xwe re serkeftineke mezin bi dest xist. Gel bi herikirina ser sindoqan ev hişmedniya hilweşand. Ev xwedî derketin ji bo me bêgûman serkeftin e." 
 
'Gelê Wanê sesabê şaredariyên hatin xespkirin pirsî'
 
Yildizê daxuyand ku di vê hilbijartinê de gel xwedî li vîna xwe derket û wiha pê de çû;”Gel ji zozanan heya mezrayan bi derfetên herî kêm  hat denge xwe bi kar anî. Ev xwedîderketin bêgûman serkeftin e. Gel ji îktîdarê bêzar bibû û ji kesên ku li qadan digotin  ‘Pirsgirîka HDP a bendavî heye’ re bû bersiv. Gel biryara xwe dabû. Tu hêzê têrê nekir ku vîna gel bide sekinandin. Ew jî baş fêr bûn. Ew çi bikin bila bikin, ew ê nikaribin vîna gel asteng bikin. Gel dev ji vîna xwe tu car bernade.Li her deverên Kurdîstanê qeyyûmên AKP’ê seferber bûn û dest bi xîzmeta gel kirin. Lê nizanin ku pêdiviya gel bi aramiyê heye, ne bi xîzmetê. Projeyên me hemû betal kirin her qadeke jiyanî bê dar hiştin. Bila hikûmet bizane ku ew ji zêran riyan jî çê bike, ew ji zîvan kanalizasyonan çê bike jî vîna gelê kurd aşkere ye. Ew ê nikaribin gel bidin xapandin.  Gelê Wanê hesaba 12 şaredariyên ku hatine xespkirin di 24’ê hezîranê de pirsî.“
 
‘Gel xeyalên qesrê têk birin’
 
Yildizê di dawiya axiftina xwe de bal kişand ser sekna gel û got ku AKP di 24’ê hezîranê de fêr bû ku ji gelê kurd  ji wan re deng tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Gelê kurd li her derê û di her pêvajoyekê de dizane ku dê çawa tevbigere. Ew ê bi çêkirina riyan gel nikaribin bixapînin. Ev gele vîna xwe û aramiyê dixwaz e. Ger ku gel xwedî li vîna xwe derneketiba me dê encam negirtana.  Ger ku  gel ew qeyyûm qebûl kirîbibûna   encama hilbijartinê wê ne ev bûna. Gel xwedî li vîna xwe derket û xeyalên qesrê têk birin."