Fîlîz Kerestecîoglu: Gel rola demokrasiyê da HDP’ê

  • 09:05 30 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu got dengên AKP’ê ketine û yên MHP’ê jî zêde bûne û got ji bo pêvajoya demokratîk pêk bê divê hewldanek cidî bê nîşandan û gel jî ev rol daye HDP’ê.
 
Parlamentera HDP’ê ya ji herêma Yekemîn a Enqereyê parlamenter hat hilbijartin Fîlîz Kerestecîoglu encamên hilbijartinê nirxand û got gelên Tirkiyeyê ji HDP’ê re gotine ‘Bê we nabe’.
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser zextên li ser HDP’ê û destnîşan kir ku wan li her derê şahidiya bûyeran kiriye û got bûyer ji aliyê kanalên alî desthilatdariyê ve jî hatine manîpulekirin.
 
‘Divê em biryara gel bidomînin’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku tevî êrîşên li hemberî HDP’ê mirovan biryarbûna xwe nîşan daye û nîşan dane ku beyî HDP’ê li vî welatî demokrasî nabe û got divê ew jî vê biryarbûna gel bidomînin.
 
’25 Parlamenterên jin ji bo me têr nake’
 
Fîlîzê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di pêvajoya hilbijartinê de jinan ji bo HDP bendê derbas bike têkoşînek mezin dane û wiha balkişand ser temsiliyeta wekhev û got: “Li gorî partiyên rêjeya me hedef dikir ne ev rêje ye. Em nûneriya wekhev pêşniyar dikin. ji bo vê têdikoşin. Divê em rêjeyê bilind bikin. 25 parlamenter ji bo me têr nake.”
 
Fîlîzê bal kişand ser partiyên din jî û destnîşan kir ku di dengên AKP’ê de kêmbûnek cidî heye lê yên MHP’ê jî berovajî vê zêde bûne. Fîlîzê balkişand ser pêvajoya pêş û got hilbijartinên herêmî jî pir girîng in.