Pervîn Bûldan: Deng ji MHP'ê re çûn belgeyên wan di destê me de ne

  • 10:35 29 Hezîran 2018
  • Ramyarî
Duygu Ciniviz- Habibe Eren
 
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan diyar kir ku dengên herêmê ji MHP'ê re çûne û anî ziman ku di destê wan de belge hene.  Pervinê derbarê gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de jî got:"Suleyman Soylu bi gefên ku li me dixwe dixwaze wezaretê bi dest bixe. Di nava wan de nakokî heye. Suleyman Soylu ji bo paldanka xwe saxlem bike êrîş dike. Dubarekirina salên 90'î ji bo Tirkiyeyê êşek bê tarîf e."
 
Di encama hilbijatinên serokkomarî û parlamenteriyê ya di 24'ê Hezîranê de hat çêkirin Recep Tayyip Erdogan bû serok û encama hilbijartinê jî ji aliyê muhalefetê tê rexnekirin. Kilîta hilbijartinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tevî hemû zordestiyan bendav derbas kir û 67 parlamenter şandin meclîsê. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan derbarê encamên hilbijartinê û xebatên partiya HDP'ê yên ji niha şûnde ji ajansa me re axivî.
 
*HDP'ê di bin rewşa awarte de û di bin êrîşan de xebatên hilbijartinê meşand. Tevî hemû zextan HDP'ê bendav derbas kir. Hûn encamên hilbijartinê çawa dinirxînin? Gelên Tirkiyeyê peyamek çawa da HDP'ê?
 
Xebatên HDP'ê yên di nav zor û zehmetiyê de ne tiştekî nû ye. Di bin şerdên rewşa awarte de hilbijartin hat kirin. Loma xebatên hilbijartinê li ser bingehek wekhev û adîl nehat meşandin. Li ser HDP'ê zextên cuda hebûn. Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê di girtîgehê de xebatên hilbijartinê meşand. Tevî hemû zordestiyan HDP'ê bendav derbas kir û 67 parlamenter şand meclîsê. Îro tenê HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser ketiye.
 
*Li gor we ev hilbijartina meşrû ye? Ajansa Anadoluyê û gelek saziyên medyayê 3 roj berî hilbijartinê encamên hilbijartinê li ser ekranê wekî ji sedî 52 nîşan dan. Di 24'ê Hezîranê de jî heman encam hat dayin. Her wiha zêdebûyina dengên MHP'ê tabloyek rast e?
 
Tu hilbijartinên ku li Tirkiyeyê hatiye çêkirin heta niha li ser encamên rast nehatiye aşkerekirin. Di her hilbijartinê de teqez fen û fût hatine kirin. Bi taybet encama MHP'ê heta dawî neguhert wekî xwe ma ev yek jî di mejiyê mirovan de pirsan ava dike. Manipulasyona AA'jî parçeyek bêûsuliya hilbijartinê bû. Wan ji berê de encamên hilbijartinê diyar kiribûn jixwe. 
 
*Hûn gefên Wezîrê Karê hundur ên Suleyman Soylu yên li ser we çawa dinirxînin? Ev konseptek nû ya li dijî HDP'ê ye?
 
Navê Suleyman Soylu di nav bûyerên salên 90'ê yên ku kujerên wan ne diyar de derbas dibe loma dema ku têlefonî min kir û min tehdît kir ez şaş nemam. Divê Suleyman Soylu îstifa bike. Ji bo salên 90'î dubare nebe divê tevgera siyasî li ser bingehek demokratîk bê avakirin. 
 
*Ji niha şûnde dê polîtakaya we ya li ser jinan çawa be?
 
Hêza xebatên hilbijartinên me bi rastî jin û ciwan bûn. Li qadan jin û ciwan di pêşiyê de cihên xwe digirtin. HDP'ê bi pergala hevserokatiyê pêşî li temsiliyeta wekhev vekir. Ji niha şûnde jî ev yek dê bidome û ji bo jin di civakê de xwedî gotin bin dê hewldana me û xebatên me bidomin. Ji xeynî parlamentoyê jî dê bi sazî û tevgerên jinan têkiliyên me hebin.