Ka.Der: Em ji hemû partiyan daxuyaniyê dixwazin

  • 09:07 29 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL- Seroka Giştî ya Ka.Derê Nuray Karaoglu  temsiliyeta jinê ya dema nû a li meclîsê nirxand û got wan di mijara ku meclîs wê dîsa bibe mêr hişyar kiribûn û got wan gotiye ku divê li dijî serdestiya mêr jin bêjin ‘na’ û got ew wek jin ji partiyan daxuyaniyekê dixwazin.
 
Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji HDP’ê 25 parlamenterên jin, ji CHP’ê  18, ji MHP’ê 5, ji AKP’ê 52 û ji Îyî Partî jî 3 jin ketin meclîsê. Seroka Giştî ya Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (Ka-der) Nuray Karaoglu  diyar kir ku tabloya dawî ya temsiliya jinê qet ne baş e û got divê partiyên siyasî di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. 
 
‘Di alî HDP’ê de jî rêjeyek kêm e’
 
Nurayê yek bi yek îstatistîkên der barê partiyên siyasî yên amade kirine parve kir û got ji HDP’ê 1.600 bernamzet hebûne û ji vê 600 jin bûne ev jî tekabulê ji sedî 47’ê dike û got: “Ji 27 parlamenterên HDP’ê 25 jin in. Ev jî tê wateya ji sedî 38’ê. Ev rêje li gorî HDP’ê kêm e. Di HDP’ê de pergala hevserokatiyê heye. Belê li gorî partiyên din bilinde lê li gorî gotinên HDP’ê kêm in.”
 
Nurrayê ÎYÎ Partî jî nirxand û got hejmara bernamzetên wê 2 hezar û 517 bûye û ji vê tenê 682 jin bûne û got tenê ji 43 kesên ketine meclîsê 3 heb jin in.
 
Nurayê balkişand ser rêjeya CHP’ê jî û destnîşan kir ku ji 143 parlementerên wê tenê 18 heb ketine meclîsê û got ew vê qebûl nakin.
 
'Rêjeya parlamenterên jin 17.1 e'
 
Ji MHP’ê jî ji 49 parlamenterên ketine meclîsê tenê 5 heb jin bûne û bi gitşî 103 parlamenterên jin ketine meclîsê û da zanîn ku ev jî tekabulê 17.1ê. 
 
Nurayê di dawiya axartina xwe de da zanîn ku wan hişyar kiriye ku wê meclîs zêdetir ji mêran pêk bê û wisa jî bûye û got ew ji hemû partiyan der barê vê de daxuyaniyekê dixwazin.