HDP’ê derbarê Suleyman Soylu de serlêdana sûc kir

  • 17:47 28 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP’ê derbarê Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu ku bi gotinên “Êdî mafê we yê jiyanê tune ye” gef li Hevserka HDP'ê Pervin Buldan xwar de, serlêdana sûc kir.
 
Lijneya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dar barê Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu ku bi gotinên “Em ê hedê we bidin we. Êdî mafê we yê jiyanê tune ye” gef Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan xwar de, daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku wan derbarê Soylu de serlêdana sûc kirine.
 
Daxuyaniya nivîskî ya HDP’ê wiha ye: “Wêzîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu, derbarê mijarekê ku qet eleqeya wê bê HDP’ê tuneyî de, sînorên hed, qanûn û qanûna bingehîn derbas kirin û li Hevseroka megeriyaye û gef xwariye. Suleyman Soylu ji bo carek din bibe Wezîr, bikeve  çavê Qesrê û piştîgiriya hevpar a koalîsyonê bigire, êrîşî HDP’ê dike.  Ji bo Suleyaman Soylu li ber hiqûqê hesabê vê yekê bide, em ê îro derbarê wî de serlêdana sûc bikin."