Wê encama dengên ku li Mûşê tên jimartin îro diyar bibe

  • 12:17 28 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÛŞ - HDP'ê li Muşê ji 4 parlamenteran 3 bi dest xistin û li ser îtîraza AKP'ê deng ji nû ve tên jimartin. Jimartina ku tê kirin wê îro saet heta 17.00'an bi dawî bibe. Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP'yî diyar kir ku ew li Lijneya Hilbiartinê ya Baêr di nobetê de ne.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ku li Mûşê ji 4 parlamenteran 3 bi dest xistibûn, bendemayîna xebatkarên partiyê ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ji bo ewlehiya sindoqan berdewam dike.  Li bajarê ku lê îtîraza AKP'yiyan berdewam dike HDP'ê ji 101 dengî 831 deng girtibû û 3 parlamenter bi dest xistibûn. AKP'ê xwest ku dengên ne derbasdar ji nû de bên jimartin. Li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ku îtîraz qebûl kir jimartina dengan berdewam dike. Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku ji Mûşê bû parlamenter diyar kir ku îtîraza AKP'ê berdewam dike.
 
'Wê encam îro aşkera bibin'
 
Gulîstan diyar kir ku jimartina dengan berdewam dike û wê encam îro saet di 17.00'an de aşkera bibe. Gulîstan derbarê mijarê de wiha got. "Em li Edliyeyê ne û em dişopînin. Divê ku jimartin îro saet di 17.00'an de bi dawî bibe.  Lê îtîraza AKP'yiyan berdewam dike."
 
Herwiha Gulîstanê di dawiya axafitina xwe de diyar kir ku dengê herî zêde hatine îptalkirin jî aîdê HDP'ê ne.