Hedefa jinên HDP’ê koma meclîsê ye

  • 09:10 28 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku ew wek jinên HDP’ê li meclîsê wê rengên xwe derxin holê û got hedefa wan ev e ku koma jinan ava bikin.
 
Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP’ê carek din  li Şirnexê 3 parlamenter derxist. Yek parlamenter jê Nuran Îmîr bû. Nûranê destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan gel îradeya xwe li ser sindoqan nîşan daye û tevî hemû êrîşê û zilmê gel li ser piyan sekiniye û got ew hemû dayik, jin, ciwan û gelê xwe pîroz dike.
 
Nûranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hilbijartin di heman demê de têkoşîna li dijî rejîma yek mêrî bû.  Me ji ber şert û mercan xebatek li gorî xwe nemeşand. Me li dijî tifaqa AKP-MHP’ê têkoşîn da. Ji bo em bimînin tura duyem me gelek hewl da lê nebû. Ev ji me re bû dert. Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin.” 
 
‘Em ê Koma Jinê ava bikin’
 
Nûranê derketina 25 parlamenterên jin yên HDP’ê nirxand û ev agahî dan: “Em jinên HDP’ê wê li meclîsê rengê xwe derxin holê. Em ê Koma Jinê ava bikin. Em ê wekî jin mafên xwe temsîl bikin. Bi taybet em ji bo zîhniyeta mêr ji holê rakin em ê têbikoşin. Ji bo her kesî rûpelek nû vebûye. Tevî zextan gelê Kurd serî netewand. Gel ji bo nirxên xwe li kolanan bûn. Em ji bo têkoşîna mezin bikin bi gelê xwe re bûn û em ê heta dawî bi gelê xwe re bin. Vî gelî her tim ji bo maf û hiqûqê berxwe da.”