Pervîn Buldan: Divê her kes hedê xwe bizanibe

  • 16:08 27 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka DHP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku partiya li dijî hemû astengiyan di hilbijartinê de bi ser ket HDP ye. Pervîn  bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyaman Soylu yê ku piştî buyereke li Bazîdê qewimî bi telefonê lê geriyaye jî da û wiha got: "Gelo wê AKP ji îro û şûnde vî welatî wiha  bi rê  ve bibe? divê her kes hedê xwe bizanibeû divê ku Soylu jî hedê xwe bi zanibe."
 
Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku encamên hilbijartinê binirxîne li navenda xwe ya giştî civîn pêk anî. Bi naveberdayîna civîna ku  di saetên serê sibehê de hat kirin re, Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ber avahiya xwe ya giştî daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
HDP di vê hilbijatinê de bi ser ket
 
Pervîn bal kişand ser civînên xwe yên ku ev du roj in berdewam dikin û got ku wan encamên hilbijartinê nirxandine. Pervîn diyar kir ku hilbijartin di şertên wekhev de nehatiye kirin û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ku li gel şert û mercên OHAL'ê û li gel ku namezedê me yê serokomariyê Selahatîn Demîrtaş di girtîgehê de bû jî me serkeftineke mezin bi dest xist."
 
'Divê Suleyman Soylu hedê xwe bizanibe'
 
Pervîn têkildarî gefên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî got ku “Duh wezîrê karê hundir telefonî min kir. Soylu diyar kir ku li gundê Yanyûrt ê Bazîda Agiriyê kesek hatiye înfazkirin û berpirsê vê înfazê partiya we HDP ye. Soylu partiya me kiriye hedef û diyar dike ku ev înfaz têkiliya wê  bi partiya me heye. Em vî tiştî red dikin. Divê ev bûyer were zelalkirin. Em bûyerên wisa qebûl nakin û şermezar dikin. Pervîn diyar kir ku Soylu gotiye, “Em ê hesabê vî tiştî bipirsin. Berpirsyar hûn in, hûn diçin ku derê biçin. Hûn diçin ba CHP’ê, hûn diçin Ewrûpayê hûn dizanin.”
 
Em ê destûrê nedin ku AKP bi sûcdariyên wisa partiya me bike hedef. Divê Soylû heddê xwe bizanibe. Em ne partiyeke biçûk in. Li Pirsûsê mirov qirika wan hatin jêkirin, ji dêvila sûcdaran namzetê me hate girtin. Peywira wezîrê karê hundir dîtin û cezakirina sûcdaran e.”