522 dengên HDP'ê ji partiya Vatanê re nîvîsandine

  • 11:36 27 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - HDP'ê piştî hilbijartinê li ser sindoqên li Amedê lêkolîn kir û derket holê ku li ser 4 sindoqên cuda 522 dengên HDP'ê ji Partiya Vatanê re nivîsandine. 
 
Hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi hîle, dizî û şik pêk hat. Nerazîbûn û niqaşên li ser encama hilbijartinê berdewam dike. HDP'ê li ser sindoqên hilbijartinê yên herêma Amedê lêkolîn kir û derket holê ku 522 dengên Partiya Herêmên Demokratîk ji Partiya Vatanê re nivîsandine. Li gorî lêkolîna Navenda karên Zanîngê ya Amedê dengê HDP’ê li ser navê Partiya Vatan (VP) hatiye nivîsandin. Li navçeyên Peyas, Sûr û Çermûkê li ser 4 sindoqan lîstik hatin kirin. Li gorî encama ku YSK’ê aşkere kir û girtekên hatin îmzekirin nakokî heye. Derket holê ku li ser 4 sindoqan 522 dengên HDP'ê li ser navê Partiya Vatan hatiye nivîsandin. Li gorî lêkolînê di sindoqa hejmara 1134'an a Peyasê de 235 dengên HDP'ê ji Partiya Vatanê re, di sindoqa 1288'an de 75 deng ji Partiya Vatan re, di sindoqa hêjmar 1226'an a Sûrê 188 û di sindoqa hêjmar 1084 a Çermûkê de jî 24 deng bi giştî 522 dengên HDP’ê ji Partiya Vatan re hatin nivîsandin. 
 
Navenda Karên Agahiyê ya Amedê ya HDP'ê dê ji bo 522 dengên ji VP’ê re hatine nivîsandin dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Amedê bide.