Ayşe Surucu: Me di bin şertên reşwa awarte de hilbijartin pêşwazî kir

  • 09:02 27 Hezîran 2018
  • Ramyarî
RIHA - Li Rihayê ku xîle û nelêrêtiyên hilbijartinê pir zêde hatin jiyîn, Ayşe Surucu li ser navê HDP’ê ket meclîsê û diyar kir ku ew di bin siya çekan de ketine hilbijartinê lê desthilatdarî negihaştiye armanca xwe. Ayşeyê destnîşan kir ku li Rihayê îradeya jinê  di sindoqan de xuya kir û wê li meclîsê bi vê re têbikoşin.
 
Ayşe Surucu ya li Rihayê wek parlamentera HDP’ê ket meclîsê encamên hilbijartinê û tiştên roja hilbijartinê hatin jiyîn nirxand. Ayşeyê daxuyakirin ku di hawirek bi ewle de neketine hilbijartinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di bin şertên reşwa awarte de hilbijartin pêşwazî kir. Dema me xebatên hilbijartinê dimeşand em rastî gelek astengiyan hatin. Li Serêkaniyê dema hevseroka me ya giştî hat nehatiştin em buroya xwe vebikin. Em rastî êrîşa polîsan hatin. Gelek welatiyên me hatin binçavkirin û girtin.”
 
‘Em di bin siya çekan de ketin hilbijartinê’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser bûyerên li Pirsûsê beriya hilbijartinê hatine jiyîn û got Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar  ji aliyê parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin. Ayşeyê got ev bûyer beriya axaftina Tayyîp Erdogan ya derbarê ku divê HDP di bin bendê de bê hiştin de hatiye jiyîn û got ev bûyer ne tesadufî bûye û got ew di bin siya çekan de ketine hilbijartinê.
 
‘HDP li Pirsûsê bû partiya yekem’
 
Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî evqas zext li Rihayê me 4 parlamenter derxistin. Hikûmetê xwest me di bin bendê de bihêle lê bi ser neket. Tevî evqas zext encam wek me dixwest nedibû. Namzetê me Îsmaîl Kaplan beriya hilbijartinê hat binçavkirin. Hîna di bin çavan de ye. Armanca wan ew bû ku em bi ser nekevin. Lê bi ser neketin. Li Pirûsê HDP bû partiya yekem.”
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li gelek herêmên Rihayê îradeya jinê hatiye desteserkirin û li şûna wan deng hatiye bikaranîn.