Huda Kaya: Tu tiştek neqedya, em zêdetir bi rêxistin bûn

  • 09:08 26 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL- Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya encamên hilbijartinê nirxand û got tu tiştek neqedya ye û wiha got: “Têkoşînê nû dest pê kir. Hişmendiya kolektîf derket holê. Em zêdetir rêxistin bûn û bi hêvî ne.”
 
Li gorî daneyên femî yên hilbijartinên 24’ê Hezîranê sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê HDP ye. HDP’ê bi namzetên xwe yên tirk, kurd, ermenî, êzidî, elewî, ereb, misliman, sosyalîst û jin, tabloya pirnasnamebûnê ya Tirkiyeyê ava kir. Huda Kaya ku bi nasnameya xwe ya îslamî tê zanîn û di 27’emîn dema Parlamentoyê de cih girt encamên hilbijartinê nirxand.
 
Hudayê destnîşan kir ku têkoşînê nû dest pê kiriye û divê muxalefet jî bi hev re têbikoşe.
 
‘Encam çi dibe bila bibe hîna hêvî gelek xurte’
 
Hudayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku hîna der barê hilbijartinan de nezelalî heye û ev tişt bi lêv kir: “Fikarek û di civakê de şikestinek çêbû. Çi tê jiyîn bila bê jiyîn encam çi dibe bila bibe hêvî hîna heye. Hêviya min hîna xurt e. Di referanduma 16’ê Nîsanê de eniyek ‘na’ a xurt çêbû. Lê di pêvajoya 24’ê Hezîranê de hişmendiyek kolektîf pêk hat û muxalefet bi hev re tevgeriya.”
 
Hudayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê hişmendî û tecrubeya di demên dawî de derketiye holê neyê tunekirin û divê muxalefet vê bizane û di dema pêş de vê hişmendiya xwe xurtir bike.