Jinên Mêrdînê hilbijartin nirxandin

  • 10:19 25 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê ku got her tişt nû destpê dike, derabrê encamên hilbijartinê de wiha gotin: "Karê me hîna neqediyaye.  Em ê xebata xwe berdewam bikin. Heta ku em deriyên zindanan venekin, OHAL'ê ranekîn û hemû tiştî neqedînin em nasekinin."
 
Bibiryara tifaqa AKP -MHP'ê duh Tirkiye di 24'ê Hezîranê de  hilbijartina pêşwext pêk anî.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel hemû zextan bendava ji sedî 10 hilweşandi û bi ser ket. Li Mêrdînê ya ku tevlibûna hilbijartinê gelek zêde bû HDP'ê 4 parlamenterên jin şandin meclisê.
 
Jinên mêrdînê derbarê hilbijartinê de wiha gotin:
 
Medîne şahîn: HDP'ê îro bendav hilweşand. Em rêhevalên xwe û gelê kurd silav dikin .Di vê ku em hêza xwe daynin holê. Êdî bes e  ma hata ku wê wiha biçe. Divê ê dî em yekitiya xwe ava bikin û dest bidin hev. Tenê daxwazeke me heye ew jî yekitiya Gelê Kurd e.
 
Karê me neqedya ye
 
Adîle Aksoy: Li gel ewqas zordetî me bendav derbas kir. Ji îro şûnde em li dijî zilmê serî natewînin. Heta ku em êdî nema wî bikin serok em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em deriyên zindanan vekin, OHAL'ê rakin û hemû tiştî çareser bikin em ê têkoşînê bidomînin.
 
Gel lîstik serobin kir
 
Felek Fîdan: Dema ku mirov li pêvajoya dawîn a du salên dawîn dinêre, li dijî tundiya li herêmê mirov dikare derbarê hilbijartina 24'ê hezîranê de vê bibêje.  Em dibînin ku gelê kurd xwedî li HDP'ê dertê. Îktîdar ji bo ku HDP'ê di binê bendavê de bihêle serî li gelek rêbazan da.  Lê  Gelê kurd xedî li HDP'ê derket û ev jî di sendoqan de nîşan da.
 
Em wekî partiya Demokratîk  a Gelan me li gorî îdeolojiya xwe em têkoşîna dozeke mafdar didin. Em mafdarin û em ê vê serkeftina xwe mezintir bikin. Wê serkeftina 24'ê Hezîranê deriyên zindanan vebike.