HDP: Me bend derbas kir lê sendoqan terk nekin

  • 21:12 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP'ê diar kir ku Ajans Anadoluyê manîpulasyon dike û wiha got: "Agahiyên ku ji me re tên diyar dikin rastî gelek cuda ye.  Bila peywirdarên me dest ji sendoqan bernedin."
 
Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, derbarê pêvajoya hilbijaratinê û encamên ku Ajansa Anadoliyê Weşandin de li Avahiya Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Avaftina Saruhan wiha ye: "Binpêkirin zêde hatin kirin. Me di vê mijarê de jî îtîraza xwe kir û em li benda encamê ne.  Aliyê herî xirab jî helwesta Ajansa Anadoluyê ku encaman di weşîne.  Manîpulasyonek giran heye.  A.A. cara yekê vê nake.  di 7'ê Hezîranê de jî AKP ji sedî 61 dabû destpêkirin  û bi 41'ê qedandibû. Lê ev Ajans bi baca ku em didin li ser piyan e.  Hîna encamên hin bajaran nehatine aşkerakirin.  Em bang li peywirdarên xwe yên sendoqê û muşahidên xwe dikin heta ji navenda me ya giştî ji wan r agahî neçe dest ji sendoqan bernedin. Herwiha em vê banga xwe li partiyên din jî dikin û dibêjin ku dest ji sendoqan bernedin. Divê rastî di nava çend setan de neyên berovajîkirin. Ji ber ku bi kêrî kesekî nayê.  Agahiyên ku ji me re hatin me bend derbas kir. HDP'ê bend derbas kir. Lê em nizanin ku wê ji sedî çend be."