Li baxçeyên dibistanan wesayetên zirxî hatin bicihkirin

  • 18:19 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Li Edeneyê hejmara dengan dest pê kir û welatiyên li baxçeyên dibistanan hatin derxistin. Her wiha muşahîtên HDP'yan bi gotina "Em dizanin hûn nûnerên kê ne" hatin tehdîtkirin.
 
Li Edeneyê jimartina dengan didome. Li baxçeyên dibistanan wesayetên zirxî hatin bicihkirin. Welatiyên li baxçeyên dibistanan hatin derxistin. Polîsên Tevgera Taybet heqaret li muşahîtên HDP'yî kirin.