HDP'ê derbarê Pirsûsê de li YSK'ê serlêdan kir

  • 16:21 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP ji bo binpêkirinên hilbijartinê ku bên lêkolînkiirn û ewlehî bê girtin serî li YSK'ê da.
 
Nûnera Lijneya Hilbijartinê (YSK)  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pinar Akdemîr, ji bo bêrêtiyên AKP'ê yên li Pirsûsê ku rê li ber wan bê girtin serî li YSK'ê da. 
 
Di daxwaznameya ku ji YSK'ê re hat pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku komên çekdar welatiyên xwestin dengê xwe bi kar bînin tehdît kiriye, li dibistanan dengê komî hatine bikaranîn, muşahîd û peywirdarên HDP'ê yên sendoqan hatine derbkirin.
 
Di daxwaznameyê de, hat diyarkirin ku divê ji bo her cure provokasyon bên astengkirin YSK erka xwe bi cih bîne.