Ayşe Aslan li ser sedyeyê dengê xwe bi kar anî

  • 14:36 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Dayika Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê girtî, Mehmet Arslan, Ayşe Arslan  ji nexweşxaneyê bi sedyeyê hat girtin û dengê xwe bi kar anî. 
 
Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) yê li Girtîgeha Girtî ya Kalkandere ya Rizeyê girtî, Mehmet Arslan ji nexweşxaneyê bi sedyeyê hat girtin û dengê xwe bi kar anî. Ayşe diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe sedema aştiyê û serbestberdayina girtiyên siyasî.