Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe

  • 12:35 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
RIHA – Dayik Emine Şenyaşar, a li Navçeya Pirsûsê alîgirên wekilê AKP'ê 2 kurên wê û hevserê wê kuşt, çû ser sirdoqê û dengê xwe bi kar anî. Emîne got: "Bila ev deng bi bereket be. Înşallah dê hilweşin û biçin."  
 
Dayik Emine Şenyaşar, a li Navçeya Pirsûsê alîgirên wekilê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê Heziranê de kurên wê Celal û Adîl Şenyaşar û hevserê wê Hecî Esvet Şenyaşar kuştin, çû ser sirdoqê û dengê xwe bi kar anîn.  Hilbijêrên hatin ser sindoqê sebir ji dayika Emîne re xwestin. Emîne beriya deng bide got: "Xwedê tu vê zilmê qebûl neke. Bila ev deng bi bereket be. Înşallah dê hilweşin û biçin. Bila heqê me ji wan re nemîne. Dengê xwe nedin wan. Malbata min li ber çavê we qetil kirin. Hûn bêdeng man." Emîne piştre çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî.
 
 Hat dîtin ku dengê Esved Şenyaşar  û kurên wê Adil û Celal ên hatin kuştin jî li heman dibistanê bû. Kurên wê yên birîndar Mehmet û Ferit Şenyaşar ku birîndar bûn jî ji ber birînên xwe nekaribûn bên ser sindoqê. Hat zanîn ku Fadil Şenyaşar jî dê li girtîgehê dengê xwe bide.