Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê dengê xwe bi kar anî

  • 11:46 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku girtî ye, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dengê xwe bi kar anî. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li Girtîgeha Amedê dengê xwe bi kar anî. 
 
Leyla Guven, li ser hesabê twitterê peyam şand û got: "Her kes biçin ser sindoqan. Min li girtîgehê dengê xwe bi kar anî. Ez hêvî dikim ku dê her tişt baş derbas bibe. Ji bîr nekin her tişt bi dengê we wê bê guhertin. Teqez li sindoqan xwedî derkevin."