'Dê Botanê bi ser bikeve'

  • 11:05 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê bikaranîna dengan serê sibehê dest pê kir. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Nuran Îmir û malbatên kesên ku di serdema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan jî çûn ser sindoqan.
 
Li Şirnexê û navçeyên wê bikaranîna dengan serê sibehê dest pê kir. Gel bi kelecanek mezin ketin dorê ku dengên xwe bi kar bînin. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Nuran Îmir, Hevsera Orhan Tunç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Cizîrê Heznî Aslan a ku lawê wê Mehmet Sait Arslan, Keça wê Hacer Aslan û birayê wê Selim Aslan di komkujiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, jî çûn ser sindoqan. Nuran dengê xwe li dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Hezexê, Guler û Heznî jî dengên xwe li Dibistana Seretayî ya Metin Bostanci ya Cizîrê bi kar anîn.
 
'Ew ê îro destpêkek nû be'
 
Nuran Îmir got:"Ew ê îro destpêkek nû be. Em hêvî dikin ku têkoşîna me ya siyasî dê aramî, aştî û azadiyê ji gel re bîne." 
 
'Bila zarok bê dayik û bê bav nemînin'
 
Rêvebira HDP'ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tunç got:"Min ev denga ji bo zarok rojên xweş bibînin, ji bo bê dayik û bav nemînin, ji bo cenazeyên dayikên Taybet li erdê nemînin, ji bo mirov di jêrzemînin Cizîrê de neşewitin min ev denga bi kar anî."
 
'Dema ku me dengê xwe da me jêrzemînin Cizîrê bi bîr anî'
 
Rêvebira DBP'ê ya Navçeya Cizîrê Hezni Arslan got:"Min dengê xwe da. Dema ku min dengê xwe da min jêrzemînin Cizîrê bi bîr anî. Em hêvî dikin ku ev roj bibe serfiraziya me ya hilbijartanê. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin. Em bawer in dê Botanê bi ser bikeve."