Li Amedê zarfên vala: Gel herikî baxçeyên dibistana

  • 10:56 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Li Amedê dengdayînê bi nelirêtiyê dest pê kir.  Kesê bi navê Cengîz Keleş ku îdakîr ji YSK'ê hatiye, li navçeya Rezanê li dibistana Seretayî ya Mesut Yilmaz dema ku bi zarfên vala ên di destê xwe de digeriya ji aliyê peywirdarên sindoqê yên HDP û CHP'ê ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin. 
 
Dengdayîna li Amedê saet di 08.00'an de hat destpêkirin. Gelê Amedê li dijî nelirêtiyan saet ji 6'ê sibehê ve herikî baxçeyên dibistanan.  Bi taybetî jî li Rezana Amedê li taxa Bagcilarê li dibistana Akkoyunlular a Seretayî ji aliyê heyeta AGÎT'ê ve pusulayên dengan ên ên bê mor hatin girtin. Heyetê pusulayên bê mor girtin bin  girtekan û hat diyarkirin ku li hundirê dibistanan polîs hatin bicihkirin. 
 
Ji bilî peywirdarên AKP'ê muşahid negirtin
 
Dîsa li Dibistana Seretayî ya Yunus Emre ya li Rezanê ji bilî erkdarên AKP'yî berpirsiyarên sendoqê neigrtin slonan û li gel hewldanên Komîsyaona Hiqûqê ya HDP'ê erkdar girtin ser sindoqna.
 
Zarfên vala hatin girtin
 
Kesê bi tîşortê spî yê bi navê Cengîz Keleş û yê li gel wî ku navê wî nehat zanîn li navçeya Rezanê li Dibistana Seretayî ya Mest Yilmaz dema ku bi zarfên vala bê mor digeriyan ji aliyê erkdarên HDP û CHP'ê  ve hatin girtin û radestî polîsna hatin kirin.