Pervîn Bûldan: Em ê bi hev re bi ser bikevin

  • 17:57 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR-Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan li Îzmîrê axivî û got:"Divê em hemû dest bidin hev û di 24'ê Hezîranê de bi hev re bi ser bikevin."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan beşdarî mîtinga fînalê ya li Qada Gundogduya Îzmîrê bû û got:"Em ê serî hildin û bi ser bikevin."
 
'Îzmîrê îro biryara xwe daye û xwe amade kiriye'
 
Dema ku Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan derket ser dikê coşa gel zêdetir bû. Pervînê got:"Îzmîrê îro biryara xwe daye û xwe amade kiriye. Serokkamr ji ber ku ditirse me reş dike. Lê yê ku wê azadî, aştî û wekheviyê bîne HDP ye."
 
'Em ê bi hev re bi ser bikevin'
 
Pervînê wiha domand:"Dê sindoq bi rengên jinê geş bibe. Sibehê firsetek dîrokî ye. Heger sibeh ji destên me biçe, êdî rojek wiha bi dest me nakeve. Sibehê em ê vê firseta di destên xwe baş binirxînin û dengên xwe bidin HDP'ê. Qasek berê parêzer got slavê Demirtaş ji we re hey. Em gerek nehêlin dengekî me jî bi derekê ve neçe. Dengek jî ewlehiya welatekî ye. Ez baweriya xwe bi we tînim ku hûn ê li sindoqan xwedî derkevin. Em di nav şerd û mercên wekhev de bi hev re gavê biavêjin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
Dê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevein. Dê civaka Tirkiyeyê bi ser bikeve. Çimkî me soz da Xeyriyan, Denizan, Mazluman û Mahîran. Em soz da Selahattin Demirtaş. Me soz da Figen Yuksekdag. Em ê keştiya azadiyê bigihêjînin cihê wê."