Bi sedhezaran kes herikîn qada mîtîngê: Em ê bi ser bikevin

  • 17:23 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
WAN - HDP'ê mîtînga fînalê ya 24'ê Hezîranê li Wanê çê kir. Di mîtîngê de Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezai Temelli axivî û got:"Bila dost û neyar bizanibin ku teqez em ê bi ser bikeve. Her ku em bimeşin dê havîn were, bihar were û demokrasî were."
 
HDP'ê mîtînga fînalê ya 24'ê Hezîranê li Qada Beşyolê ya Wanê çê kir. Namzetê Parlmenteriyê yê ji herêma yekem dora sêyemîn Veli Saçilik, Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên herêmê, Rêveberên Navçe û Navendan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Şaredariyan ên berê ku qayyim tayînî cihên wan bûn û bi dehhezaran gel beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Bername bi stranên ku Mesut Gever bi lêv kir dest pê kir. Piştre kesên ku li qada mîtîngê kom bûbûn dirûşma "Slav slav ji Îmraliyê hezar slav" berz kirin. 
 
Di destpêkê de hevserokên HDP û DBP'ê derketin ser dikê. Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Umit Dede bal kişand ser provakasyonên ku dihatin xwestin di mîtîngê de bê kirin û  got:"Polîs astengan derdixin ku jin û zarok derbasî qada mîtîngê bibin. Ez ji dilê wan jin û zarokan ên wêrek maç dikim."
 
'Divê em xwedî li sindoqan derkevin'
 
Piştre Namzetên Parlementeriyê yên HDP'ê yên Wanê navên wan hatin anoskirin û derketin ser dikê. Namzeta Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Mukaddes Karakoç gel slav kir û got:"Em spasiyê xwe ji bi sedhezaran kesên ku herikîn qada mîtîngê dikin. Em hêvî dikin ku ev yek ji AKP'ê re bibe bersivek xurt. Îro ji bo em aştiyê biqêrin em li vê qadê kom bûn. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin. Hilbijartina sibehê dîrokî ye. Em tenê dengê xwe bi kar nînin em di heman demê de li dengên xwe xwedî derkevin."
 
Piştî Mukaddesê Namzetê Parlamenteriyê Tayyip Temel mafê axaftinê girt û bal kişand ser parastina sindoqan
 
'Em ê dawî li neyartiyê bînin'
 
Mîtîngê bi derketina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, ya li ser dikê dewam kir. Sezai got:"Em ê ji bo biryara xwe ya aştiyê israr bikin. Em ê wekî Figen û Tuba têkoşîn û israra xwe bidomînin. Em ê dawî li vê neyartiyê bîne. Em ê bi hevre bendên hilbijartinê hilweşînin."
 
'Dê 24'ê Hezîranê despêk be'
 
Sezai anî ziman ku jin û ciwan dê li sindoqan xwedî derkevin û got:"Ji bo kedkaran û karkeran em ê jiyanek nû ava bikin. Em ê xwedî li bazirgan û cotkaran derkevin. Em ê bendan ji bo zarokên xwe hilweşînin. Em dibêjin ne rewşa awarte aştî. Em dibêjin ne Erdogan, Selahattin Demirtaş. Heta ku Erdogan têk neçe dê aramî nê vî welatî. Ji bo aramî, aştî û azadiyê divê hemû kes biçin ser sindoqan. Bila dost û neyar bizanibin ku teqez em ê bi ser bikeve. Her ku em bimeşin dê havîn were, bihar were û demokrasî were."
 
Piştî axaftina Sezai gel govend gerand. Mîtîng bi coşek mezin û bi hilweşandina barîkatên polîsan bi dawî bû.