HDP ji bo hilbijartinê amade ye

  • 14:42 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP piştî xebatên 68 rojan xebatên ewlehiya sindoqan bi dawî kir. Ji bo parastina sindoqan 80 hezar endamê Lijneya Sindoqan, 100 hezar muşahîd û 20 hezar berpirsiyarên sindoqan peywirdar kirin. 
 
Ji hilbijartinê re 17 saet man. Partiya kîlît a ji bo Serokomarî û Parlamenteriyê ya hilbijartina 24'ê Hezîranê HDP ye. Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê ku 68 roj in dimeşîne bi dawî dibin. Amadekariyên parastina sindoqan jî bi dawî bûn. HDP bi ramanca sindoqan biparêze û destûr nede li ser sindoqan lîstik bên lîstin li ser her sindoqekê endamê lijneya sindoqê û muşahîd bi cih kir. HDP, di 68 rojên dawî de 76 mîtîng pêk anîn.  HDP'ê li çar aliyên Tirkiye li hemû bajar, navçe, tax û gundan xebatên hilbijartinê meşand. Gun di bi gund, tax bi tax li nava esnafan geriyan û li deriyê her malê dan. Di meha Remezanê de li 24 bajarên cuda yên mezin mîtîng pêk anîn. Îro mîtîngên fînalê li Îzmir û Wanê tên lidarxistin. Xebaten hilbijartinê bi dirûşma “Tu dikar î (Sen’le Degişir/bi te tê guhertin) 68 rojan berdewam dike. Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê ber bi dawîbûnê ve hat. 
 
Ji bo parastina sindoqan 200 hezar endamên HDP’ê li ser sindoqan hatin peywirdarkirin. 59 mîlyon û 391 hezar û 328 hilbijêr dê li ser 181 hezar sindoqan dengê xwe bi kar bînin. HDP'ê ji bo parastina sindoqan 80 hezar endamê lijneya sindoqan û 100 hezar muşahîd û 20 hezar berpirsiyarê dibistanan peywirdar kir. Dîsa li tevahiya Tirkiye 2 hezar parêzer peywirdar kir. HDP' ji bo parastina sindoqan organîze bike li her bajar û navçeyekê maseyek krîzê ava kir. Parêzer û endamên kordînayonê dê hemû dibistanên bajar û navçeyên xwe ji van maseyan biparêzin. Bi tevahî li 50 bajaran û 510 navçeyan maseyên kirêzê hatin avakirin. HDP, dê bi 3 hezaran bi lez karibe mudaxaleyên  pirsêrêkên ku derkevin holê bike. 
  
Li Tirkiye bi taybetî li bajarên kurdan ji ber karên demsalî bi deh hezaran hilbijêr li nava zeviyan kar dikin û hilbijêrên bi tevger in. HDP'ê ji bo ku 100 hezar hilbijêrên gerok û bi tevger bibe ser sindoqan amadekarî kir. Dîsa ji bo encama sindoqan kêlî bi kêlî ji navendan re bê ragihandin pergala bernameyê hat avakirin. Bi taybetî girtekên encama sindoqan ên bi îmzeya şil dê di heman kêliyê de ji navendê re bê ragihandin. Dê ev encam û yên YSK'ê beramberî hev bên kirin. Ger ku ev dane û yên YSK li hev neyên dê di heman keliyê de hişyarî û îtîraz bê kirin. 
 
Li dijî qutkirnia ceyranê û înternetê HDP dê plana B têxe meriyetê. HDP ji bo vê yekê jî amadekarî kirine. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê li Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî dê lie Stenbolê dengê xwe bide. Piştre dê vegerin Enqere û Hevserokên HDP'e dê li Enqereyê encama hilbijartinê bişopînin.