Amed ji bo 24'ê Hezîranê amade ye: Em ê neyên provakasyonan

  • 13:02 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Filiz Buluttekin diyar kir ku ew ê bi rihê coş û beşdarbûna mîtinga Amedê ya 20'ê Hezîranê hilbijartinên 24'ê Hezîranê pêşwazî bikin û bi ser bikevin û got:"Divê gel neyên provakasyonan û dev ji sindoqên xwe bernedin."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Filiz Buluttekin diyar kir ku wan ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê piştgiriya herî mezin ji gel girtine û bang li hemû kesan kir ku heta saeta dawiyê jî dev ji sindoqan bernedin. 
 
Filizê anî ziman ku ji ber Rewşa Awarte wan di xebatên hilbijartinê de astengî kişandine û got:"Tevî hemû zext û zehmetiyan em xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin û me di vî warî de piştgiriya gel sitend. Em bi piştgiriya gel hatin vê astê." 
 
'Dê jin û ciwan mohra xwe li serkeftina 24'ê Hezîranê bixin'
 
Filizê da zanîn ku îktidar gel bi mirin, girtîgeh, birçîbûn û xizaniyê tehdît dike û got:"Gel bi vê pergalê dizane û dixwaze êdî ev pergala yekzilamiyê bi dawî bibe. Îradeya gel xurt e. Bi taybet dê jin û ciwan mohra xwe li serkeftina 24'ê Hezîranê bixin. Me di 20'ê Hezîranê de hêza ciwan û jinan dît. Bi vê hêzê ez bawer im ku em ê sibehê serkeftinek mezin bi dest bixin."
 
'Divê hemû kes li sindoqan xwedî derkevin'
 
Filizê anî ziman ku du tiştên girîng hene yek divê gel li sindoqan xwedî derkeve ya din jî gel neyên provakasyonan û got:"Dema provakasyon pêk were, dibe ku dengên gel bên dizîn. Divê gel avahî û dibistanan neterikînin. Teqez ez bawer dikim ku dema ku em hêza xwe bikin yek em ê bi ser bikevin."