'Dê sindoqên me bi dengên HDP'ê tije bibe'

  • 11:01 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Ji Gundê Îsayê yê Cizîrê Hanim Ruvanas diyar kir ku heta niha li gundê wan ji xeynî HDP'ê deng ji kesekî din re nehatiye dayin û got:"Dê sindoqên me bi dengên HDP'ê tije bibe."
 
Xebatên HDP'ê yê ji bo hilbijartinê didome. Xebatên ku lê tê meşandin yek jê Bajarê Şirnexê ye. Ji Gundê Îsayê Cizîrê Hanim Ruvanas anî ziman ku ew di warê hilbijartinê de baweriyê bi gundê xwe tîne û dê hemû kes dengên xwe bidin HDP'ê.
 
Hanimê anî ziman ku ew roja hilbijartinê zû ji malên xwe derdikevin û got:"Em îxanetê li xwe nakin û em ê rayê xwe bidin HDP'ê. Em ê canê xwe yên hatine qetilkirin ji bîr nakin û em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Divê em li şerefa xwe xwedî derkevin."
 
Hanimê anî ziman ku divê hemû kes li sindoqan xwedî derkevin û got:"Tenê tirsa ewlehiya sindoqan e. Loma em ê xwedî li sindoqan derkevin. Divê hemû kes dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş. Ji bo Selahattin Demirtaş ji girtîgehê derkeve divê em dengê xwe bidin HDP'ê. Êdî bes e. Em ê wî ji bin wê zilmê derxînin."