‘HDP wê Hatayê bibe navnîşana çareseriya gel’

  • 09:23 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
HATAY- Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran destnîşan kir ku şerê li Sûriyeyê û hikûmeta AKP’ê  li Hatayê rê li ber texrîbata civakî û aborî vekiriye û navnîşana çareseriya  pisgirêkan jî HDP ye.
 
Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran  diyar kir ku polîtîkayên şaş yên hikûmeta AkP’ê bûye sedema hemû pirsgirêkan û wiha got: “Pirsgirêka penaberan gelek pirsgirêk bixwe re aniye.  Pisgirêka xwedîbûn, starbûnê  nayê çareserkirin. Krîza aborî bi koçberiyê re kûrtir bûye.Şerê li Sûriyeyê  û komên selefî li Hatayê rê li ber pisgirêkên civakî vekir. Rayedar van pirsgirêkên koman ji nedîtîve tên. Van pirsgirêkan bi taybet bandor li penaberên mexdurên şer kiriye.” 
 
‘Bi gel re tirs û fikar heye’
 
Sultanê daxuyakirin ku hikûmet beyî tedbîran bigire Sûriyeyî li Tirkiyeyê bi cih kirine û hinek endamên DAIŞ’ê jî ketine welat û komên selefî bûne sedema pirsgirêkên tacîz, şîdeta zayendî û birîndarkirinan.  Songulê da zanîn ku ji ber van komên selefî gel bi tirs û fikar e.
 
‘Gel bi şer xizan bû’
 
Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yekane daxwaza gelê Hatayê ev e ku ev hawêra şer demildest bi dawî bibe û gel bi şer xizan bûye. Sultanê di dawiya axaftina xwe de got wê ji Hatayê sê parlamenterî derbixin û ji bo vê jî bê navber dixebitin. Sultanê bang li hemû gelan kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.