Peyama Edeneyê zelal e: Ez dengê xwe didim xwe

  • 09:21 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Jinên Edeneyê diyar kirin ku wê herî zêde jin ji encamên hilbijartinê bi bandor bibin û gotin ew dengên xwe didin xwe. 
 
Ji jinan Pinar Bozan  bal kişand ser bûyerên şîdetê yên li ser jinê û wiha got: “Di demê dawî de îstîsmara zarokan, şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan zêde bûne. Ez li dijî van dengê xwe didim HDP’ê.”
 
Fatma Ozdemîr jî bi lêv kir ku yekane partiya li dijî pirsgirêka jinê hestiyar e HDP ye û got ji bo li welatên wan bûyerên wekî ku hat serê Ozgecan neyên jiyîn û dengê jinan bê bihîstin wê dengê xwe bide HDP’ê.
 
Songul Aydin jî got HDP hemû gel û baweriyan di nav xwe de dihewîne û destnîşan kir ku ew ji bo aştî, wekhevî û azadiyê wê dengê xwe bide HDP’ê.
 
Sevîm Bakir jî got  ji ber HDP xwedî li têkoşina azadiya jinê derdikeve wê dengê xwe bide HDP’ê.