‘Bila her kes piştî saet 17’an li dibistanan bin’

  • 09:20 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR- Parêzer Ebru Çoban diyar kir ku her kes bi qasî muşahîdan berpirse û got êvarê saet piştî 17.00’an divê her kes li dibistanên ku dengên xwe bi kar bînin bin.
 
HDP’ê xebatên xwe yên muşahîdî û peywirdarên sindoqê temam kir û li seranserê Îzmîrê li hezar û 562 dibistan û 9 hezar û 325 sindoqî wê endamên lijneyê, li ser navê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê cuda cuda muşahîdiyê bikin.
 
Parêzer Ebru Çolak ku yek ji 9 parêzerên ku der barê ewlehiya hilbijartinê de perwerdeya hiqûqî da, bang kir ku divê bi taybet jin û ciwan di mijara ewlehiya sindoqan de bi hestiyarî tevbigerin û got: “Li Konakê  li 600 sindoqî perwerda muşahîdiyê hat dayîn.  HDP û partiyên din yên muxalîf wê hevpar bixebitin. Êdî bi hêsanî wê dengan nedizin. Mirov difikirin ku di YSK’ê de dizî heye.”
 
Ebruyê bang li hemû kesî kir ku dengên xwe bi kar bînin û got divê hemû hilbijêr êvarê saet piştî 17.00’an li dibistanên ku deng bi kar anîne amade bin.  Her wiha da zanîn ku di dema dengdanê de jî divê li navê xwe ya di lîsteyê de baldar bin û di pusulayê de jî li nebûna mohra ‘erê’ baldar bin.”