Ciwanên Mêrsînê dibêjin HDP

  • 09:18 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRSÎN - Ciwanên ji ber polîtîkayên şer û betaliyê ji Kurdistanê koç kirine diyar kirin ku ew ji ax û mala xwe hatine dûrxistin lê ji sekin û fikrên xwe dûr neketine û di xebatên HDP’ê de rolek çalak girtin.
 
Mersîna ku bi salane bi taybetiya bajarê ku berxwe dide tê nasîn dînamîka wan a herî girîng jî ciwan in. Songul Erîş a ji Pirsûs a Rihayê ye bi salan e berê koçî Mersînê kiriye û  niha di xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de cih digire. Songulê wiha got: “ Hevşaredar û hevserokên me, siyasetmedarên me niha girtîne. Hemû partî mîtîngên xwe pêk tînin lê lîderên HDP’ê di girtîgehê de ne. Êrîşên AKP’ê yên li hemberî îradeya jinê dîsa dijminahiya li hember HDP’ê nîşan dide. Tevî hemû êrîşan HDP bû bersiv.”
 
‘AKP ji gel qut e’
 
Songulê destnîşan kir ku AKP ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re nabe çareserî û got jin û zarok her tên qetilkirin û aborî her diçe xera dibe.  Songulê got AKP ji gel qut e û divê ciwan di 24’ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.
 
Berfîn Înan jî bi malbata xwe re ji ber polîtîkayên şer ji Şirnexê koçî Mêrsînê kiriye û got ew ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê gelek bi hêvî ne û li dijî polîtîkayên şer bêguman dengê xwe dide HDP’ê. Berfînê got wê bersiva herî baş di 24’ê Hezîranê de bidin AKP’ê.