Namzedên HDP'ê li Mêrdînê bi gel re hatin cem hev

  • 15:41 22 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Namzedên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Dêrik û Nisêbînê bi gel re hatin gel hev.
 
Di çarçovyea xebatên Hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê de xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi serdana navçe û gundan berdewam dike.  Namzed her cihê ku diçinê rastî eleqeyeke mezin a gel tên. 
 
Namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan jî di nav de heyetek di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li herêma Omeriyan a Nisêbînê çû serdana gundan. Heyeta ku bi konvoyê çû herêmê serdana gundê Talatê yê ku şer û pevçûn sala borî di meha adarê de lê hatin kirin  kir. Heyet ji her cihê ku çûyê bi dirûşmên "Bijî serok Apo" hat oxirkirin.
 
Heyeta ku piştre çû gundê Stîlîlê li wê jî bi gel re hat cem hev. Gel bi dirûşmên "Jin jiyana azadî" bi saetan govend gerand.
 
Li Dêrikê polîsna şahî dorpêç kir
 
Li navçeya Dêrikê jî namzeda HDP'ê Pero Dundar û heyeta pê re serdana esnafan kirin û piştre jî tevli şahiya ku hat lidarxisin bûn .Qada ku şahî lê hat lidarxisitn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û hem û kesên li qadê nasnameya wan di  GBT'ê re hat derabskirin .Şahiyê hîna destpê nekiriye û dorpêç jî berdewam dike.