Pervîn Buldan li Şemzînanê bi coş hat pêşwazîkriin

  • 15:10 22 Hezîran 2018
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Hevseroka HDP'ê Pervîn bulsna a ku li Şemzînanê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin wiha got: "Em ê destûrê nedin ku welat li salên 90'î vegere."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro li Colemêrgê xebatên xwe berdewam kir. Pervîn li Colemêrgê di serî de çû Şemzînanê. Pervîn dûrî Şemzînanê bi 5b kîlometreyan ji aliyê konvoyeke ku namzedên HDP'ê, parlamenterê berê Hamît Geylanî, rêveberên KCD'ê û DBP'ê di nav de bûn ve hat pêşwazîkirin. Pervîn bi konvoya ku ew pêşwazî kir derbasî navçeyê bû.
 
Konvoy li navçeyê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, welatiyên ku derketin pacên malên xwe, nîşana serfiraziyê kirin û pervîn pêşwazî kirin. Li navenda navçeyê coşa gel zêdetir bû.
 
Pervîn a ku ji girseya piranî ciwan û jin bûn re axivî bombekirina Prtukxaneya Umutê ya ku di 9 mijdara 2005'an de hat kirin bi bîr xist û wiha got: "Duh êrîşa ku bi destê JÎTEM'ê li dijî prtûkxaneyê hat kirin îro li Pirsûs û li kurdistanê tê dibûarekirin. Ji ber ku zîhniyet neguheriye. Lê em destûrê nadin ku ev welat vegere salên 90'î."
 
Pervîn bal kişand ser îşkenceya li Şapatan û Nêrduşê jî û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Em ê bersiva kesên ku ji jor ve dinêrin û gel terorîst dibînin di 24'ê Hezîranê de bidin."
 
Pervîn û heyeta pê re  piştî axafinê ber bi Geverê ve ketin rê.